Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Berxwedana greva birçîbûnê bi israr didome

Berxwedana grevên birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin berdewam in. Tevî hemû zextan jî çalakvanên li Amedê bi israr berxwedana xwe didomînin. Çalakgerên greva birçîbûnê dibêjin ku encam çi dibe bila bibe heta ku tecrîd tê şikandin dê çalakiya xwe bidomînin

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger  a hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîdali ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 124’emîn de berdewam dike. Rewşa tenduristiyê ya Guven her ku diçe nebaştir dibe lê Guven dibêje ku heta tecrîd bi dawî dibe, encam çi dibe bila bibe dê çalakiya xwe berdewam bike. Guven 124 rojin bi biryardarî û moraleke mezin li ber xwe dide.

Li hêla din, çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê bi heman armancê daye destpêkirin jî 111 roj li pey xwe hişt. Her wiha çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê 85 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê kanûna sala 2018’an de dabû destpêkirin jî kete roja  86’emîn. Di 1’ê adarê de jî, li tevahiya girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiyên PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Çalakî kete roja 11’an.

Tevî zextan jî çalakî didome

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, di 3’yê adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Bi destpêkirina çalakiyê re jî polîsan êrîş kir 5 endamên HDP’î binçav kirin. Lê tevî vê zextê jî, çalakvanên ku 5 rojan di bin çavan de hatine girtin, çalakiya xwe domandin. 5 endamên HDP’ê piştî di 7’ê adarê de hatin berdan, ligel parlamenter Dag li avahiya HDP’ê çalakiya xwe berdewam kirin. Di 8’ê adarê de jî parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn.

Çalakvan di bin çavan de çalakiya xwe didomînin

Di şeva 8’ê adarê de polîsan dîsa bi ser avahiya HDP’ê de girtin û 7 çalakgerên ligel 3 parlamenterên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Amedê di grevê de binçav kirin. 7 çalakgerên hatin binçavkirin, çalakiya xwe di bin çavan de berdewam dikin.

Welatiyê bi navê Sedat Akin jî bi heman armancê li Girtîgeha Tîpa T ya Erzînganê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya Êlihê çalakiya xwe di roja 55’emîn de berdewam dike.

Gurbet Ektîren a ji Girtîgeha Bakirkoyê hate berdan jî li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar