Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Berxwedana greva birçîbûnê di roja 176’an de didome

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li welat û derveyî welat bi hezaran kes ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li ber xwe dide. Çalakiyên greva birçîbûnê ku bi vê boneyê bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kirin, bi israr didomin. Çalakiya Leyla Guven 176 roj li pey xwe hişt

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Berxwedana Leyla Guven îro kete roja 176’an.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, di heman demê de endamê HDP’ê Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê 163 rojin, li Strasbourg a Fransayê 14 çalakvan û li Gallerê jî  Îmam Şîş 137 roj in li ber xwe didin. Yek ji cihên herî zêde berxwedana greva birçîbûnê lê geş bûye û bi israr berdewam dike jî girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne. Di vê çarçoveyê de koma yekemîn a girtiyan di 16’ê kanûna sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û çalakiya wan 138 roj li pey xwe hişt. Di heman demê de zêdetirî 7 hezar girtî jî ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Çalakiyên li bakurê Kurdistanê

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag jî bi heman boneyê di 3’yê adarê de, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî di 8’ê adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Berxwedana parlamenteran bi israr didome. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre hatin berdan jî li malên xwe çalakiya xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe di roja 116’emîn de, ya Gurbet Ektîren di roja 107’emîn de, ya Mahsun Şen di roja 118’emîn de, ya Mûrat Aksin di roja 49’emîn de, ya  Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê di roja 116’emîn de û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 65’an de berdewam dike.

Endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer jî li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û çalakvan niha jî berxwedana xwe li mala xwe didomînin.

Rojiya Mirinê

Li dijî bêdengî û gavneavêtina hikûmeta AKP’ê, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê rengê çalakiya xwe guherandin û bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê dest bi rojiya mirinê bikin. Bi vê boneyê, 15 girtiyan di 30’ê nîsanê de dest bi rojiya mirinê kir. Li gorî daxuyaniya Denîz Kaya, navên kesên ku dest bi rojiya mirinê kirin wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay dest bi rojiya mirinê dikin.”

Çalakiyên fedaî

Her wiha welatiyê bi navê Ugur Şakar ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê sibatê deli bajarê Krefeld ê Almanyayê bedena xwe da ber agir û di 22’yê adarê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de girtiyên siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Girtiya siyasî Yonca Akici jî di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar