Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Berxwedana greva birçîbûnê kete roja 129’emîn

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatiye destpêkirin didome. Di vê çarçoveyê de çalakiya Guven kete roja 129’emîn û ya Nasir Yagiz jî 116 roj li pey xwe hişt

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome. Çalakî roj bi roj mezin dibe û berxwedêr jî di hemû peyamên xwe de dibêjin ku heta digihijin armanca xwe, bedel çi dibe bila bibe amade ne ku bidin.

Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de dabû destpêkirin, kete roja 129’emîn. Rewşa tendurustiyê ya Guven her ku diçe ber bi nebaşbûnê ve diçe lê Guven di hemû peyamên xwe de dibêje ku dê bi israr berxwedana xwe berdewam bike.

Ji welat heta derveyî welat çalakî

Li hêla din, çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê bi heman armancê daye destpêkirin jî asta krîtîk derbas kiriye û 116 roj li pey xwe hişt. Her wiha çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê kete meha sêyemîn.  Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya koma yekemîn a li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di roja 91’emîn de bi israr berdewam dike. Her wiha di 1’ê adarê de jî li temamiya girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Greva birçîbûna ya li Amedê

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, di 3’yê adarê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 8’ê adarê de jî weke koma duyemîn, parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya li avahiya HDP’ê ya Amedê bûn. Ji çalakvanên li avahiya HDP’ê ya Amedê 4 jê hatin girtin û 3 çalakger jî di 13’ê adarê de cara duyemîn hatin binçavkirin. Çalakgerên girtî û di binçavan de jî çalakiya xwe berdewam dikin.

Girtiyên hatin berdan çalakiya xwe didomînin

Welatiyê bi navê Sedat Akin jî li Girtîgeha Tîpa T ya Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî ku hate berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 69’emîn de didomîne. Welatiya bi navê Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e çileyê de dest bi grevê kir û di 8’e adarê de hate berdan jî çalakiya xwe di roja 61’emîn de li navçeya Dêrik a Mêrdînê didomîne. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar