Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berxwedana greva birçîbûnê kete roja 169’an

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan kete roja 169’an. Di heman demê de çalakiya Nasir Yagiz kete roja 156’emîn de û ya li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî 131 roj li pey xwe hişt

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Leyla Guven di roja 169’emîn de li mala wê ya li Amedê didome.

Di heman demê de berxwedana endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê ku bi heman armancê dest pê kir jî di roja 155’emîn de ye. Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 çalakvanan a li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî kete roja 130’an. Di heman demê de berxwedana koma yekemîn a girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî 131 roj li pey xwe hişt. Ji 1’ê adarê ve jî zêdetirî 7 hezar girtî ketin greva birçîbûnê û çalakiya wan di roja 55’emîn de berdewam dike.

Berxwedana li bakurê Kurdistanê

Çalakiya parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’yê adarê de û ya Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên di 8’ê adarê de dan destpêkirin dewam dikin. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe di roja 109’emîn de, ya Gurbet Ektîren di roja 100’emîn de, ya Mahsun Şen di roja 111’emîn de, ya Mûrat Aksin di roja 42’yemîn de, ya  Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê di roja 109’emîn de û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 58’an de berdewam e.

Endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer jî li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan. Niha jî li malên xwe çalakiya xwe didomînin.

Çalakiyên fedaî

Her wiha welatiyê bi navê Ugur Şakar ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê sibatê deli bajarê Krefeld ê Almanyayê bedena xwe da ber agir û di 22’yê adarê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de girtiyên siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Girtiya siyasî Yonca Akici jî di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar