Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Berxwedana grevên birçîbûnê berdewam e

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hatine destpêkirin, bi tevlêbûna bi hezaran berxwedêran didome. Di vê çarçoveyê de çalakiya Guven di roja 122’yemîn û ya Nasir Yagiz jî di roja 109’emîn de berdewam dike

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin. Hem li çar parçeyên Kurdistanê, hem li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hem jî li derveyî welat bi tevlêbûna bi hezaran kesan çalakî pêl bi pêl mezintir bû.

Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Leyla Guven daye destpêkirin, di roja 122’yemîn de berdewam dike. Guven, dema di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişîna li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bû da zanîn ku heta tecrîd bi dawî dibe, dest bi çalakiyê kiriye. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir, rayedarên dewletê di 12’ê çileya îsal de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan şand Îmraliyê û hevdîtinek kurt pêk anîn. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê çileyê de Guven hate tehliyekirin. Guven li malê bi moralekî mezin li ber xwe dide.

Çalakiyên li welat û derveyî welat

Her wiha çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku li Hewlerê bi heman armancê daye destpêkirin jî 109 roj li pey xwe hişt. Çalakiya 14 çalakvanên li Strasbûorgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê 83 roj û çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir jî 84 roj li pey xwe hişt. Di 1’ê adarê de jî li tevahiya girtîgehan, girtiyên PKK û PAJK’î dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Çalakî di roja 9’emîn de didome.

Koma destpêkê ya HDP’ê

Çalakiyên greva birçîbûnê her ku diçe xurttir û berfirehtir dibe. Di vê çarçoveyê de di 3’yê adarê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Bi destpêkirina çalakiyê re 5 endamên HDP’ê hatin binçavkirin. Lê çalakvanan di bin çavan de jî çalakiya xwe domand û di 7’ê adarê de hatin berdan. Çalakvanên ku derbasî avahiya HDP’ê bûn, çalakiya xwe domand.

Careke din êrîşî çalakvanan kirin

Her wiha duh jî koma duyemîn ku ji parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel, Mûrat Sarisaç û ji welatiyên bi navên A. Halîk Kurt û Yûsûf Ataş pêk dihat, li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Lê şevê din bi sedan polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir û êrîş kirin.  Polîsên ku parlamenter derb kirin, 7 welatiyên di greva birçîbûnê de jî binçav kirin. Hat zanîn ku çalakvan di bin çavan de jî greva xwe berdewam dikin.

Welatiyê bi navê Sedat Akin ku li Girtîgeha Tîpa T ya Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû û piştre jî hatibû berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 53’emîn de didomîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar