Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana grevên birçîbûnê di roja 190’emîn de ye

Berxwedana grevên birçîbûnê di roja 190’emîn de ye û çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan jî di roja 17’an de didome

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Leyla Guven ev 190 roj e li mala xwe ya li Amedê çalakiya xwe berdewam dike.

Çalakiya rojiya mirinê gihaşt roja 17’an

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 17`an de dewam dike. Navên 15 girtiyên di rojiya mirinê de wiha ne: Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ardil Çeşme, Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk, li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.

Her wiha pêr 15 girtiyên din jî di zindanên dewleta Tirk de 10`ê Gulanê dest bi rojiya mirinê kir. Navên girtiyên ku pêr dest bi rojiya mirinê kiriye, wiha ne: Li Girtîgeha Kandirayê Yaşar Cinbaş, Muhammed Înal, Diyadîn Akdemir û Engin Kahraman, li Girtîgeha Boluyê Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mustafa Taştan, li Girtîgeha Patnosê Senar Efe, Burhan Şik, Faysal Atak û Şefîk Kayhan, li Girtîgeha Tekirdagê ya hejmar 1 Reşat Ozdîl, li Girtîgeha Tekirdagê ya hejmar 2 Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Wanê Saît Ozturk.

Çalakiya Nasir Yagiz 177 roj li dû xwe hiştin

Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di roja 177’an de dewam dike. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 151’yan de didome.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil 16’ê Kanûna 2018’an dabû destpêkirin, 152 roj e berdewam dike. Li Londonê Nahide Zengin û Mehmet Sait Yilmaz 64 roj e çalakiya xwe didomînin. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 82 roj e di greva birçîbûnê de ye. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya pêşenga çalakiya greva birçîbûnê Leyla Guven dest pê kir, di roja 152’an de berdewam dike. Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok jî di roja 117’an de bi biryardariyeke xurt çalakiya xwe berdewam dike.

Piştî 1’ê adarê bi hezaran girtiyan li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan di roja 74’an de berdewam dike.

Çalakiya parlamenterên HDP’ê

Çalakiya parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag a di 3’yê Adarê de dest pê kiribû û ya Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dest pê kiribû, li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û piştre hatin berdan jî çalakiya xwe li malen xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 130 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 121, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 130 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 79 roj e çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li malê çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiyên fedaî yên li dijî tecrîdê

Li bajarê Krefeld ê Almanya di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê Adarê de li Girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar