Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana Guven 150 roj li pey xwe hişt

Li bakur û başûrê Kurdistanê, li Tirkiye û gelek navendên Ewropayê zêdetirî 7 hezar kes ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di vê çarçoveyê de çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven 150 roj li pey xwe hişt

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê adarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin. Çalakiya Guven di roja 150’emîn de berdewam dike. Heta niha hem li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hem li welat û hem jî li derveyî welat zêdetirî 7 hezar çalakvan bi heman daxwazê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Bi heman boneyê li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di 16’ê kanûnê de bi tevlêbûna bi dehan girtiyan çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakî roj bi roj mezin bû û heta niha zêdetirî 7 hezar girtî ketine greva birçîbûnê. Çalakiya koma yekemîn a girtiyan 112 roj li pey xwe hişt. Bi heman armancê di 3’yê adarê de parlamentera HDP’ê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê û di 8’ê adarê de jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din li avahiya HDP’ê ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin û çalakî berdewam e.

Çalakiya xwe li malê didomînin

Her wiha Seda Akin, Gurbet Ektîran, Semra Alkan û Îhsan Sîmîş ku di dema di  girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre hatine berdan, çalakiyên xwe li malên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Seda Akin a li Êlihê kete roja 91’an, a Gurbet Ektîren a li Dêrik a Merdînê kete roja 78’an, a Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê kete roja 88’an û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî kete roja 39’an.

Başûr li ber xwe dide

Çalakiya greva birçîbûnê ya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê daye destpêkirin jî 137 roj li pey xwe hişt. Li başûrê Kurdistanê her wiha çalakiya Fadîle Tok a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 77’an de, ya Herêm Mehmût di roja 41’an de, ya Şeyma Ednan di roja 33’yemîn de û ya Gulebax Celal jî di roja 18’emîn de berdewam dike.

Li navendên Ewropayê têkoşîn didome

Li navendên Ewropayê gelek çalakvan ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Çalakiya li Strasbourgê ku bi tevlêbûna 14 çalakvanan hatibû destpêkirin û ya Îmam Şîş a li Gallerê kete roja 111’an, a Yûsûf Îba a li Torontoyê kete roja 85’an, a Mustafa Tuzak a li Duîsburgê kete roja 84’an, a Husên Yildiz kete roja 79’an, a Hasbî Çakici kete roja 78’an, a Şiyar Xelîl a li Nurinbergê kete roja 73’an, a Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê kete roja 68’an, a Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê kete roja 63’yan, a Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê kete roja 46’an, a Nahîde Zengîn û çalakiya Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî kete roja 21’an.

Hejmara çalakvanên jiyana xwe ji dest dan zêde bû

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî ya bi navê Zehra Saglam li Girtîgeha Oltu ya Erziromê, girtiya bi navê Medya Çinar li Girtîgeh Tîpa E ya Mêrdînê, girtiya bi navê Yonca Akici li Girtîgeha Jinan a Şakranê, girtiyê bi navê Siraç Yuksek li Girtîgeha Osmaniyeyê û herî dawî jî duh Mahsun Pamay li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de li Almanyayê jî welatiyê bi navê Ugur Şakar çalakiya xweşewitandinê pêk anîbû û jiyana xwe ji dest dabû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar