Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berxwedana Guven di roja 125’emîn de didome

Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan destpê kiriye, di roja 125’emîn de ye. Çalakiya girtiyên di grevê de jî di roja 87’an de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 112’an de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 86’emîn de berdewam dike

Berxwedana hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ya bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 125’emîn de didome. Çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 112 roj in didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 86 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan destpê kir 87 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li hemû girtîgehan girtiyên PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin di roja 12’an de berdewam dike.

Di 3’yê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Amedê ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Di 8’ê Adarê de jî parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyan bûn. Di şeva 8’ê Adarê de polîsan dîsa bi ser avahiya HDP’ê de girtin û 7 çalakgerên ligel 3 parlamenterên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Amedê di grevê de bûn, binçav kirin. 7 çalakgerên hatin binçavkirin, çalakiya xwe di bin çavan de berdewam dikin.

Berxwedana xwe li malê didomînin

Sedat Akin jî li Girtîgehae Tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 56’emîn de berdewam dike. Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e Çile de dest bi grevê kir û di 8’e Adarê de hat berdan di roja 57’emîn de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar