Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Berxwedana Guven di roja 127’emîn de ye

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 127’emîn de ye. Çalakiya  girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 89’an de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 114’an de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 88’emîn de berdewam dike

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 127’emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 114 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 88 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 89 roj in didome. Di 1’ê adarê de jî li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin di roja 14’an de berdewam dike.

Di 3’ê adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Amedê ketin greva birçîbînûnê ya bêdem û bêdorveger. Di 8’ê adarê de parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel û Murat Sarisaç û 2 HDP’iyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 HDP’iyên din bûn. Di şeva 8’ê adarê de polîsan dîsa bi ser avahiya HDP’ê de girtin û 7 çalakgerên ligel 3 parlamenterên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Amedê di girevê de girtin û binçav kirin. 7 çalakgerên hatin binçavkirin, çalakiya xwe di bin çavan de berdewam kirin û 4 ji wan hatin girtin 3 hatin berdan. Her sê çalakgerên hatin berdan jî vê sibehê careke din hatin binçavkirin.

Berxwedana Akin û Ektîren

Sedat Akin jî li Girtîgehae Tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 58’emîn de berdewam dike.  Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e çile de dest bi gigrevê kir û di 8’e adarê de hat berdan di roja 59’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar