Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Berxwedana Guven di roja 128’emîn de ye

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 128’emîn de ye. Çalakiya  girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 90’î de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 115’an de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 89’emîn de berdewam dike

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 128’emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 115 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 89 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 90 roj in didome. Di 1’ê adarê de jî li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin di roja 15’emîn de berdewam dike.

Çalakiya parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê ji 3’yê adarê ve ye û çalakiya parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel û Murat Sarisaç û 2 HDP’iyên din jî ji 8’ê adarê ve ye li avahiya HDP’ê ya Amedê dabûn dest pê kirin didome. 7 çalakgerên ligel 3 parlamenterên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Amedê di girevê de ji aliy polîsan ve hatin binçavkirin û girtin. 3 çalakger jî hêj di bin çavan de çalakiya xwe didomînin.

Berxwedana Akin û Ektîren a li malê

Sedat Akin jî li Girtîgehae Tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 59’emîn de berdewam dike.  Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e çile de dest bi gigrevê kir û di 8’e adarê de hat berdan di roja 60’î de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar