Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 134’emîn didome. Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 96’emîn de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 121’emîn de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 95’emîn de didome. Çalakiya Fadîle Tok jî di roja 61’an de didome
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 134’emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 121 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 95 roj, çalakiya koma ewil a girtiyan ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 96 rojin didome. Di 1’ê adarê de jî li tevahiya girtîgehan bi hezaran girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 21’emîn de didome.
Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP’a Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. 5 çalakger hatin girtin û 2 çalakger jî rastî cezayê hepsa malê hatin û li malê berdewam dikin.
Li malê berxwedan didome
Sedat Akin jî li Girtîgehae Tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 74’emîn de berdewam dike. Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e çile de dest bi grevê kir û di 8’e adarê de hat berdan di roja 66’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 61’emîn de didome. AMED