Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Berxwedana Guven kete roja 142’yemîn

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatine destpêkirin, didomin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Guven ket roja 142’yemîn. Rewşa Guven a tenduristiyê jî her ku diçe xerabtir dibe

Berxwedana grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven hatine destpêkirin, berdewam in. Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û boderveger ku Leyla Guven daye destpêkirin kete roja 142’yemîn. Rewşa tenduristiyê ya Guven her ku diçe ber bi xetereyê ve diçe. Lê tevî vê yekê jî Guven di çalekiya xwe de bi israr e.

Bi heman boneyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 16’ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê kete roja 104’emîn. Her wiha ji 16’ê kanûnê heta 1’ê adarê jî bi sedan girtî di dîrokên cuda de ketin greva birçîbûnê û çalakiya wan jî hîn didome. Ji 1’ê adarê û şûn ve jî li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtiyên siyasî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdoveger.

Parlamenter çalakiya xwe didomînin

Li hêla din çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê ku li avahiya HDP’ê dabû destpêkirin di roja 27’emîn de û ya parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din a li heman cihî jî kete roja 22’yan. Çalakiya Seda Akin a li Batmanê 82 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 72, ya Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 81 roj, Îhsan Sînmîş li Kuçukçekmece ya Stenbolê 31 roj in di greve de ye.

Başûrê Kurdistanê

Di heman demê de li Hewlêrê jî berxwedana endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê bi heman boneyê dabû destpêkirin, kete roja 129’emîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Fadîle Tok li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daye destpêkirin kete roja 69’emîn, a Herêm Mehmût di roja 33’yan de, a Şeyma Ednan di roja 25’emîn de û ya Gulebax Celal jî di roja 10’emîn de berdewam dike. Di heman demê de li Silêmaniyê jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger didome. Welatiya bi navê Fatma Ehmet jî li gundê Tatan ê Pênciwênê dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Li Strasboûrgê çalakî kete roja 103’yemîn

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li gelek navendên cuda yên cîhanê hatine despêkirin jî berdewam in. Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya ku 14 berxwedêrên li Strasbourg a Fransayê bi dirûşma ‘Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’ daye destpêkirin kete roja 103’yemîn.

Li gelek navendan çalakî

Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya Îmam Şîş a li Galler a Ingilîstanê jî kete roja 103’yemîn. Çalakiya Yûsûf Îba a li Torontoyê kete roja 77’an, a Mustafa Tuzak a li Duîsburgê kete roja 76’an, a Husên Yildiz kete roja 71’an, a Hasbî Çakici kete roja 70’an, çalakiya Şiyar Xelîl a li Nurinbergê kete roja 65’an, a Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê kete roja 60’an, a Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê kete roja 55’an, a Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê kete roja 38’an, a Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî kete roja 13’an.  Her wiha welatiyê bi navê Erol Aydemîr jî li bajarê Caglîarî ya Îtalyayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege kir.

Çalakiyên fedaî hatin lidarxistin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî ya bi navê Zehra Saglam li Girtîgeha Oltu ya Erziromê û girtiya bi navê Medya Çinar jî li Girtîgeh Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dabûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar