Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Berxwedana hevpar bi faşîzmê paşve gav da avêtin’

Parlamenter Dêrsim Dag diyar kir ku berxwedana grevên birçîbûnê bi rola pêşeng a jinan dest pê kir û di demekî kin de li her çar aliyên cîhanê belav bû. Dag diyar kir ku bi saya berxwedaneke topyekûn û bi saya baweriya bi têkoşînê, bi faşîzmê paşve gav hatiye avêtin

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji parlamenterên ketibû greva birçîbûnê jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag bû. Dag di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kir û li ser banga Ocalan jî di 26’ê gulanê de tevî çalakvanên din dawî li çalakiya xwe anî. Dag têkildarî berxwedana greva birçîbûnê ji Jinnewsê bi Bêrîtan Canozer re axivî.

Dêrsim Dag bi bîr xist ku berxwedana greva birçîbûnê bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir û wiha got: “Berxwedan li Hewlêr, Strasbourg û li zindanan belav bû. Berxwedana bi heybet a 7 mehan bi ser ket. Dîroka gelê kurd bi mînakên berxwedanê tije ye. Vê berxwedanê hemû alî da nav xwe û li her çar aliyên cîhanê belav bû. Ji heft salî heta heftê salî hemû kes bi heman daxwazê di berxwedanê de cih girt. Vê jî bi xwe re serkeftin anî. Vê berxwedanê bi faşîzmê paşve gav da avêtin.Tekane sedema hevdîtinên bi Ocalan re, baweriya bi têkoşîn û berxwedanê bû.”

Fezlekeyên hatin amadekirin

Der barê hilbijartina 23’yê hezîranê ya li Stenbolê de jî Dag wiha got: “Mîna hilbijartina di 31’ê adarê de, dê di 23’yê hezîranê de jî deng ji bo têkbirina faşîzmê bên bikaranîn.” Têkildarî fezlekeyên der barê wê de hatine amadekirin jî Dag ev tişt destnîşan kir: “Têkildarî greva birçîbûnê, mîtîngên ku tevlê bûme û tevlêbûna kongreya KCD’ê de fezleke hatine amadekirin. Aliyekî van fezlekeyan ê hiqûqî nîne. Armanc çewisandin e.”

Jinan pêşengî ji berxwedanê re kir

Parlamenter Dêrsim Dag wiha dawî li axfaftina xwe anî: “Berxwedana ku jinan pêşengî jê re kir, biser ket. Ev yek hem bo gel û hem jî ji bo jinan xwedî wateyekî mezine. Jin bi rola pêşeng rabûn. Gel jî piştgiriyekî pêwîst da. Bi vî awayî berxwedaneke topyekûn hate destpêkirin. Têkoşîna me ya li dijî faşîzmê jî dê her tim bidome.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar