PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Berxwedana Îmraliyê

Dema ku dîrokê roja 15’ê Sibatê 1999’an nîşan dida, ez jî wek piraniyan kurdan li ber televîzyonê bûm. Ew roja ku ji bo me tarî, bi êş bi hêrs dê tu car ji bîra me neçe. Wek destên me bi zincîran hatibe girêdan. Roj rûyê xwe li me vegerindabû şevê, em di nav tarîtiyê de ma bûn.

Di temenê xwe yê zarokatiyê de bi hezaran zarokên kurd bûn şahidê bêbextiya hêzên komploger. Bi milyonan kurd dîmenê Rêberê xwe di televîzyonan da temaşe dikirin. Wekî ku ava sar di ser serê me de were rijandin em matmayî mabûn. Em bi hêrs bûn, hêrsa me li dijî îxanet û bêbextiyê bû.

Tê zanin ku di dîroka kurdan de, komplogeran gelek caran bêbextî li dijî rêber û rêxistinên kurdan kiribûn. Ya ku li kurdan hatibû ferzkirin qirkirin bû, kurd bi tunebûnê re rû bi rû mabûn. Yên ku bi xwe bibûn sebebê pirsgirêkan, kurd wek pirsgirêk nîşan didan. Wan herdem kurd gorî berjewendiyên xwe yên siyasî an jî aborî tune hesibandibûn.

Rêberên kurd ên ku li dijî dagirkeran serî hildane xwe bi rêxistin kirine, bi plankirî hatine qetilkirin, demografiya kurdan hatiye guhertin, kurd hatine asîmîlekirin, yên ku asîmîle nebûne hatine koçberkirin.

Ji avakirina dewleta tirk bigire heta îro dewleta tirk herdem komkujî li hember kurdan pêk aniye. Ji planên komployê yên li hember Şêx Seîd û rêhevalên wî bigire heta roja îro dewletê li hember kurdan rêbazê şerê tunekirinê pêş xistiye. Em dikarin bêjin netesadûfe ku komploya li dijî Rêber Apo di 15’ê Sibatê 1999 çêbûye. Ji ber ku Serhildana Şêx Seîd û rêhevalên wî di 13, 14, 15’ê Sibata 1925’an de li dev û dora Amed-Xarpêt-Çewlikê de destpê dike.

Weke tola wê serhildanê bê girtin 74 sal şûnve di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo bi komployeke navdewletî hat dîlgirtin. Dagirker û hevalbendê wan di şexsê Rêber Apo de xwestin gelê kurd tune bikin, Tevgera Azadiyê tasfiye bikin.

Lê planên wan çêkiribûn vala derketin. Ji ber ku Rêber Apo bi argûmanên xwe yên demdirêj komploya navdewletî ya ku li dijî xwe baş analîz kiribû.

Analîzên wî, ji bo gel bibûn hêviyek mezin, di nav şert û mercên dij mirovahî yên tecrîda li girava Îmralî de, dîsa wek ronahî şewq dida der û dora xwe.

Bi paradîgmaya konfederalîzma demokratîk, Rêber Apo xwest çareseriyek mayinde ji bo gelê kurd, Rojhilata navîn û cîhanê pêş bixe. Rêber Apo kêmasiyên pergala netewe-dewletê derxistiyê holê. Nêrîna Netewe-dewletan  tu caran ne ew e ku ji civakan re bibin bersiv an jî çareseriyên mayinde pêş bixin. Ew dixwazin koletiyê li ser civakê ferz bikin.

Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya jiyana nû çareseriyê ji hemû pirsgirêkan re dibîne. Bi pîvanên demokratîk û bi edalet dibê civak biryarên xwe bi xwe bidin. Bi meclisên gel, meclisên jinan xwest gel bi xwe pirsgirêkên xwe biaxivin û çareser bikin.

Destkeftiyên jinan pêşve xist. Jinên ku di nav pergala mêr/dewletê de hatibû fetisandin, tunekirin deriyê xwebûn û xwenaskirinê ji jinan ra hat vekirin.

Gotina wî ya: “Heger jin azad nebe, civak azad nabe” gerek baş bê analîzkirin. Ji ber ku asta azadiya jinan asta azadiya civakê destnîşan dike. Di civakên jin bê îdare tê hîştin, tên kuştin ew civak bi tunebûnê re, rû bi rû dimînin.

Ji ber vê yekê divê em li Rêber APO, fikr û ramanên wî zêdetir xwedî derkevin. Baş analîz bikin. Fikr û ramanên Rêber APO, îro ji bo herkesên ku li duh jiyanek alternatîf digerin bûye hêviyek mezin. Ronahiya li Îmraliyê şewqa xwe daye her dera cîhanê, ev îro bûye hêviya gelan, gelên ji pergala Kapîtalîst para xwe wek tunekirin girtine. Gelên ku xeyal û hêviyên wan ji hêla netew dewletan ve hatine dizîn….

Nûçeyên Têkildar