Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Berxwedana ‘Jin, Jiyan Azadî’ li gel zextên dewletê jî dewam dike

Çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li gel zext û êrîşên dewletê bênavber dewam dikin.

Dewleta Îranê her sal di navbera 1 û 11’ê sibatê salvegera Şoreşa 1979’an pîroz dike ku weke Şoreşa Îslamî tê pênasekirin.

Di salvegera Şoreşa 1979’an de li bajarê Abdanan ê herêma Îlamê ciwan careke din daketin qadan. Ciwanan peykerê Besîc ê li qada bajêr şewitandin.

Doh bi şev li Tebrîzê jî kûleya têkilîdanînê ya qenaleke fermî ya dewletê hate şewitandin.

Li gel çalakiyên şermezarkirinê bûyerên girtin, revandinê ji aliyê hêzên Îranê ve dewam dikin. Doh li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li bajarên cuda 10 kes hatin destgîrkirin.

Li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê li sê çalakgeran Erşiya Berzîn, Kiyanûş Ezemî û Parsa Kerîmî bi giştî 58 meh cezayê girtîgehê û 222 cezayê lêdana qemçî hate birîn.

Sendîkaya Azadiya Karkeran girtina gelek mamosteyan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şermezar kir.

Li derveyî welat jî piştgiriya ji bo raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ her roj zêde dibe. Xwediyên Xelata Nobelê jî di nav de 470 kesayetan bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo parastina çalakgerên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikevin nava liv û tevgerê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê jî bi daxuayniyekê ragihand ku li bajarê Pîranşarê mele Îbrahîm Salîmî li bajarê Ciwanro jî xwendekar Seyîd Tarik Hasan hatine girtin. Nayê zanîn bê mele û xwendekar bi ku ve birine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar