PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Berxwedana jinên kurd misogeriya rojên azad e

Komîsyona Jinan a KNK'ê têkildarî 8’ê Adarê daxuyanî da û diyar kir ku berxwedana jinên kurd misogeriya pêşeroja azad a Rojhilata Navîn e

Navenda Nûçeyan |

Komîsyona Jinan a KNK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de 8’ê Adarê li dayikên şehîdan, jinên şoreşger û berxwedêr hate pîrozkirin û jinên şehîd bûne hatin bîranîn.

Komîsyonan jinan diyar kir k udi 8’ê Adara 2021’ê de asta têkoşîna jinên kurd hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî her cure êrîşan bûye cihê hêvî û baweriyê û wiha got: “Weke di dîrokê de îro jî dewletên dagirker hem siyaseta dagirkirin, qirkirin û mêtingeriyê li ser Kurdistanê dimeşînin, hem jî bi rê û rêbazên taybet li dijî jinên kurd siyasetê dimeşînin.”

Şerê dewleta tirk îdeolojîk e

Komîsyonê destnîşan kir ku bi qasî ku hêza kurdan bi pêş dikeve, ewqasî jî êrîş zêde dibin û ev tişt anî ziman: “Balkêş e ku êrîşên dagirkeran li dijî jinên kurd di salekê de pir zêde bûne. Jinên kurd li aliyekî bi siyaseta kuştin, girtin, destdirêjiyê rû bi rû ne, li aliyê din jî êrîşên mêr ên kurd li dijî jinan dewam dikin.”

Komîsyona Jinan a KNK’ê bal kişand ser krîzên dewleta tirk û Îranê, diyar kir ku civak û jinên kurd her ku diçin li Rojhilata Navîn xurt dibin, dibin hêza avakkirina aştî, demokrasî û pêşketinê, li dijî vê dewletên mêtinger bi tundî diçine ser jinan da ku hebûna xwe bidomînin. Komîsyonê got ku şerê dewleta tirk a li dijî jinên kurd îdeolojîk e, ji ber ku nahêlin rejîma faşîst li xwe zêde bike û hedefa îdeolojiya AKP-MHP’ê ew e ku jinan bike kole.

Êrîşên dewleta tirk ên li Rojava û Başûr

Komîsyona Jinan a KNK’ê bal kişand ser êrîşên tirk ên li ser Rojava, Başûr, êrîşên çeteyên tirk ên li ser Efrînê, li ser jinan bi bîr xist û wiha domand: “Li Efrînê bi kuştin, windakirin û destdirêjiyê tola xwe ji jinên kurd dihilîne, ji ber ku DAIŞ têk birine. Bi dronan jinên siyasetmedar ên jin qetil dike. Her wiha bi rêya çeteyan jinên ereb jî dikujin, yên ku li gel xwişkên xwe yên kurd tedikoşin. Piştî komkujiya Parîsê ya li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz, îro jî bi rêya hêzên xwe yên taybet gefan li jinên kurd dixwe, yên ku di siyaseta Ewropayê de çalak in.”

Armancên êrîşên li ser jinên kurd

Komisyona Jinan têkilî êrîşa AKP-MHP’ê ya li ser jinên kurd û armancên êrîşan ev tişt anî ziman: “Li bakurê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk stratejiyekê li dijî jinên kurd pêş dixe. Zindanîkirina bi hezaren jinên kurd ên siyasetmedar, dayiken aştiyê û bi geflêxwarina jinên parlamenter û çalakwanan dixwaze jinên kurd bitirsîne, da ku wan bêdeng bike. Dewleta tirk ji hêza jinên kurd ditirse, ji ber ku jinên kurd wek pêşeng li pêşiya siyaseta qirkirina civaka kurd radiwestin û her wiha civaka kurd bi ruhê berxwedanê zindî dihêlin. Rejîma baviksalarî ya AKP-MHPê ya tirk dixwaze îdeolojiya baviksalariyê li ser hemû civakê ferz bike, da ku civakê teslîm bigire. Mêran dike dijmin û kujêrên jinan. Bi rêya yasa û ragihandinê jî karên kujeriya jinan hêsan dike.”

Ruhê berxwedanê ya jinên kurd

Di daxuyaniyê de polîtîkayên tirk ên li ser jinên Başûr jî hate bibîrxistin û wiha hat gotin: “Dewleta tirk şerê xwe yê li dijî jinên kurd, li başûrê Kurdistanê jî bi şêwazekî din dike. Bi rêya televîzyon, film, reklam û saziyên bi navê çandî, dixwaze peşiya ruhê berxwedana jinên kurd bigire, yên ku li dijî zalimên wek Saddam têkoşiyane.”

Komîsyonê êrîşên tirk ên li ser jinên êzidî bi bîr xist û diyar kir ku bi peymana navneteweyî dixwazin dîsa li ser jiyana êzidiyan taybet jî li ser jinên êzidî xetereyê çêbikin.

Her wiha Komîsyona Jinan a KNK’ê di dawiya daxuyaniyê de derheqê êrîşên rejîma Îrane jî ev tişt anî ziman: “Armanca rejîma Îranê diyar e, dixwaze bi bêdengkirina jinên kurd civakê jî bêdeng bike. Ji ber we jî berxwedan û zindîbûyîna jinên kurd misogeriya paşêroja azad a rojhilate Kurdistanê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar