Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Berxwedana kurdan rê nade ku ew biserkevin

Dewleta tirk beriya hilbijartina 7’ê Hezîranê, biryara şer dabû. “Plana Çogdanînê” di 2014’an de hatibû amadekirin. Beriya hilbijartinê çend provokasyon pêkanîn, lê bi serneketin. Di 20’ê tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê 33 ciwan bi destê DAIŞ’ê qetilkirin. Di 24’ê tîrmehê de jî bi balafirên şer berê xwe dan başûrê Kurdistanê.

Bi van hewldanan hilbijartin dubare kirin û bi dek û dolaban Erdogan wekî serdestê heyama nû careke din hat hilbijartin. Di serî de CHP û partiyên din ên pergalê di wê heyamê de temaşekarbûn. Wan jî li ser tunebûna kurdan hisabên xwe dikirin. Her wiha dixwestin ji cemaeta Gulen jî xilas bibin. Ji ber vê yekê jî dijberî bi hewldanên dewletê heyama 2015’an nedikirin.

Ev heyam rê li ber pergala nû vekir. Ango diviyabû dewlet careke din vegere kodên dema damezrandinê û bi pergala takekesî. Di serî de divê hemû destkeftiyên kurdan tune bikin. Erdogan di vê heyamê de îtîfakên xwe jî nû kir. Bi Ergenekoniyan re hat cem hev û bi dek û dolaban cemaeta Gulen tasfiye kirin.

Di tasfiyekirina cemaeta Gulen de, sedema herî mezin sucên Erdogan bû. Ev cemaet bi taybetî dema bi Erdogan re bû, hemû dizî û gendeliyên wî bi dest xistibûn. Her wiha ev cemaet di nav artêşa tirk de Ergenekoniyan jî lawaz kiribû. Ergenekoniyên ku bi Erdogan re îtîfaqa xwe qaîm kirin, bi tevî Erdogan berê xwe dan cemaetê.

Darbeya lîstok ya 15’ê Tîrmeha 2016’an, afirandina van hêzan e. Ji bo pergala takekesî ya fiîlî bi awayekî fermî jî bikeve meriyetê, darbeyek bi vî rengî pêwîst bû. Piştî darbeya lîstokî bi referandûmeke sexte meclis jî ji holê rakirin. Êdî pergalek hovane ku ji heyama damezrandinê jî wêdetir, destpêkir.

Ev lîstok her çiqas wekî li dijî cemaeta Gulen were nîşandan jî, aşkera ye ku hemû pêngav ji bo pêşî li kurdan were girtin, dihate avêtin. Mûxalefeta pergalê ji bo vê yekê deng dernedixistin, li dijî êrîşan ranediwestiyan. Heta pirî caran rê li ber êrîşan vedikirin. Erdogan, bi piştgiriya CHP’ê destlênedana parlamenteran rakir û wan avêt zindanê. Bi rêya qeyûman hemû şaredariyên kurdab ji wan dizîn. Mûxalefeta rûreş, her bêdeng bû.

Niha ji ser biryara şer 8 sal, ji ser darbeya lîstok 6 sal, ji ser fermîbûna pergala takekesî 5 sal derbas bûn. Belê, heta radeyekê li dijî cemeta Gulen bi serketin. Li welat yek saziyek, heta yek kesek li ser cemaetê nehiştin. Rast e, gunehên cemaetê gelek in, lê divê em bibînin ku li dijî wan bi bêwijdaniyek mezin tevgeriyan. Ev bêwijdanî hê jî didome.

Heman tişt li dijî kurdan jî pêkanîn. Li dijî kurdan jî bi bêwicdaniyek mezin tevgeriyan. Lê bi serneketin. Kin û kurt, kurdan li berxwe dan. Bi berdêlek giran be jî, teslîmî pegala hov nebûn. Ev hovîtiya li dijî kurdan hê jî didome.

Diyar e, niha ew ê heyamek din dest pê bike. Rejîma Erdogan hatiye dawiya xwe. Ew jî dizanin ku ji niha û pê ve nikarin wekî berê bimeşînin. Lê dema li paş xwe jî dinêrin, dibînin ku armancên xwe bi cih neanî ne.

Sedema herî mezin a vê yekê, ango sedema serneketina dewleta hov, bêgûman berxwedana kurdan e. Kurd, bi taybetî jî şervanên kurdan çi li rojavayê Kurdistan, çi li bakurê Kurdistanê li dijî hemû cureyên hovîtiyan li berxwe dan.

Dewleta tirk 15’ê tîrmehê ji xwe re wekî cejnekê pîroz dikin. Bila pîroz bikin. Bila bi serê xwe balafirên şer daxin xwarê. Lê rastî li ber çava ye. Kurd, êdî aktorên herî mezin ên li Rojhilata Navîn in. Mesela kurd jî êdî ne meseleyek yekalî ye, meseleyek navnetewî ye. Hemû aliyên siyasî ên kurd divê heqê vê yekê bidin. Ev berpirsiyariyek esasî ye.

Nûçeyên Têkildar