Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Berxwedana Leyla Guven 4 meh li dû xwe hişt

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 120’emîn de ye. Çalakiya  girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 82’an de didome

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 120’emîn de didome. Guven, dema di 8’ê mijdara 2018’an de bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişîna li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bû ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe, dê dest ji çalakiya xwe bernede. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir, rayedarên dewletê di 12’ê çile de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û hevdîtinek kurt pêk anîn. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê Çile de Guven tahliye kirin. Guven li malê çalakiya xwe berdewam dike û 120 rojin bi biryardarî û moralek mezin li ber xwe dide.

Girtî 82 rojin di grevê de ne

Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 107 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 81 roj, çalakiya koma ewil ya girtiyên ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 82 roj in didome. Di 1’ê adarê de jî li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP’a Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Piştî 5 endamên HDP’ê ketin grevê û hatin binçavkirin, niha 5 rojin di bin çavan de çalakiya xwe berdewam dikin. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag jî li avahiya HDP’ê çalakiya xwe berdewam dike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar