Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Çarşamba - 27 Kasım 2024

Berxwedana Leyla Guven di roja 112’mîn de didome

Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye, di roja 112’mîn de didome

Berxwedana hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 112’mîn de, didome. Guven, bi armanca tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 112 roj in di grevê de ye. Guven, dema di 8’ê mijdara 2018’an de bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe dest ji çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bernade. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir di 12’ê çileyê de Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û tenê 15 deqe hevdîtin hat kirin. Guven diyar kir ku bi dîtina 15 deqeyan tecrîd naşikê û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê çileyê de hat berdan û li malê çalakiya xwe ya grevê berdewam kir. Guven, dîsa diyar kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bike û 112 roj in bi biryar çalakiya xwe berdewam dike.

Çalakiyên li girtîgehan didomin

Çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 99’emîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 73’yemîn de, çalakiya koma destpêkê ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 74’emîn de berdewam dike. Niha li 62 girtîgehan zêdetirî 331 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne. Herî dawî li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya ragihandibû ku dê di 1’ê adarê de li tevahiya girtîgehan hemû girtiyên siyasî bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar