Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Berxwedana Leyla Guven di roja 119’emîn de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 119’an de berdewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 119’an de berdewam dike. Guven ku di 25’ê çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike. Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Guven û serdana wê ya li malê berdewam dike. Herwiha dorpêça polîsan a li ber mala Guven jî berdewam dike.

Heta roja îro hem ji Tirkiyeyê û hem jî ji derveyî welat nûnerên gelek saziyan û kesên navdar hatin serdana Guven. Kesên ku piştevaniya Guven dikin dibêjin ku daxwaza Guven daxwaza wan e, tecrîd sûcê mirovahiyê ye û ji hikûmet dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin.

Greva birçîbûnê roj bi roj belav dibe

Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 81’an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 106’an de, çalakiya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê û ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 80’an de, çalakiya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 46’emîn de, çalakiya  Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 51’an de berdewam dike.

Roja yekşemê li gel parlamentera DHP’ê ya Amedê Dersim Dag, endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer  jî li avahiya HDP’ê ya Amedê  dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.  Piştî çalakî hat destpêkirin bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi ser çalakgeran de hat girtin û 5 çalakger hatin binçavkirin. Dersim dag li avahiya HDP’ê û  5 kesên ku hatin girtin jî di bin çavan de çalakiya xwe di roja 4’emîn de berdewam dikin.

Bi hezaran girtî di grevê de ne

Li aliyê din, li girtîgehan her rojê komek din tevli çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dibe.  Herî dawî ji girtîgeha Şakranê 8 girtiyan piştî 15’ê Sibatê dest bi grvê kir. Li gorî daneyên herî dawî yên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê li  60 girtîgehan  321 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Herwiha ji 1’ê adarê ve ye li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne jî ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar