Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Berxwedana Leyla Guven di roja 121’emîn de ye

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kur Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 121’emîn de ye. Çalakiya  girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 83’an de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 108’an de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 82’emîn de berdewam dike

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 121’emîn de didome. Guven, dema di 8’ê Mijdara 2018’an de bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişîna li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bû ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe, ew ê dest ji çalakiya xwe bernede. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir, rayedarên dewletê di 12’ê Çile de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û hevdîtinek kurt pêk anîn. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê Çile de Guven tahliye kirin. Guven li malê çalakiya xwe berdewam dike. Guven 121 rojin bi biryardarî û moralek mezin li ber xwe dide.

Girtî 83 rojin di grevê de ne

Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 108 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 82 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 83 roj in didome. Di 1’ê adarê de jî li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 8’an de berdewam dike.

Di 3’yê adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP’a Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Piştî 5 endamên HDP’ê ketin grevê û hatin binçavkirin, 5 rojan di bin çavan de çalakiya xwe berdewam kirin. 5 endamên HDP’ê piştî di 7’ê adarê de hatin berdan ligel Parlamentera HDP’ê Dersim Dag li avahiya HDP’ê çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiya Akin di roja 52’yan de li malê didome

Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 52’yemîn de berdewam dike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar