Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Berxwedana Leyla Guven di roja 131’emîn de ye

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 131’emîn didome. Çalakiya  girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 93’emîn de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 118’emîn de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 92’emîn de didome. Çalakiya Fadîle Tok jî di roja 58’an de didome

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demonkratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 131’emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 118 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 92 roj, çalakiya koma ewil a girtiyan ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 93 rojin didome. Di 1’ê adarê de jî li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 18’emîn de didome.

Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP’a Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. 5 çalakger hatin girtin û 2 çalakger jî rastî cezayê hepsa malê hatin û li malê berdewam dikin.

Li malê çalakiya xwe berdewam dikin

Sedat Akin jî li Girtîgehae Tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 71’emîn de berdewam dike.  Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e çile de dest bi grevê kir û di 8’e adarê de hat berdan di roja 63’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.

Li Mexmûrê 58 rojin dı girevê de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 58’an de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16’ê kanûna 2018’an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 93’an de ye.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar