Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana Leyla Guven di roja 155’an de ye

Çalakên girevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û niha bi hezaran kurd di vê berxwedanê de ye ket roja 155’emîn

Berxwedan û çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryar didomin. Çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li dijî tecrîda li ser Ocalan ku ji aliyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin kete roja 155’yan. Piştî çalakiya Guven di 16’ê kanûna 2018’an de bi sedan girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdisatnê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Çalakiya zêdetirê 350 girtiyî ket roja 118’an û ji 1’ê adarê ve ye jî li dora 7 hezar girtî li hemû girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û bi israr didomînin.

Li malê berxwedanê didomînin

Giriyên ku ji girtîgehan tên berdan jî bi israr çalakiya xwe li malê didomînin.  Hin ji van berxwedêran û roja berxwedan wan wiha ye; Berxwedana Seda Akin, li Êlihê kete roja 97’an, a Gurbet Ektîren a li Dêrika Merdînê kete roja 87’emîn, a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê kete roja 95’emîn, a Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê kete roja 42’yemîn û ya Naîme Çelîk li Rezana Amedê ket roja 42’yemîn.

Çalakiya li HDP’a Amedê

Li avahiya HDP’a Amdê jî çalakiya perlamenterên HDP’ê didome. Berxwedana parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û ji 3’yê adarê ve ye û berxwedana parlamenterên HDP’ê  yên wanê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî ji 8’ê adarê ve ye berdewam dike.

Li aliyê din berxwedana Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê jî 142 roj in didome. Çalakiya Fadîle Tok a Mexmûrê jî kete roja 82’yan. Di heman demê de çalakiya Herêm Mehmût di roja 46’emîn, a Şeyma Ednan di roja 38’emîn  û ya Gulebax Celal jî di roja 23’yemîn de bi biryardarî berdewam dike.

Berxwedana li Ewropayê

Berxwedana 14 çalakgerên li Strasboûrgê û ya Îmam Şîş a li Galler a Ingilîstanê jî kete roja 117’an. Çalakiya   Yûsûf Îba a li Torontoyê kete roja 90’an, a Mustafa Tuzak a li Duîsburgê kete roja 89’an, a Husên Yildiz kete roja 84’yan, a Hasbî Çakici kete roja 83’ yemîn, a Şiyar Xelîl a li Nurinbergê kete roja 78’ emîn, a Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê kete roja 73’emîn, a Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê kete roja 68’ emîn,  a Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê kete roja 51,  a Nahîde Zengîn û çalakiya Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî kete roja 25’an. Çalakger bi biryarin û piştevaniya ji bo berxwedana wan jî ranaweste.

Çalakiyên canbexşane

Her wiha ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên canbexşane pêk hatin. Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ûgûr Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de şehîd bû. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên canbexşane pêk anîn û şehîd bûn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de şehîd bû. Siraç Yuksek, di 2’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiyên canpexşane pêk anîn û şehîd bûn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar