Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Berxwedana Leyla Guven kete roja 144’emîn

Berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, berdewam e. Di vê çarçoveyê de berxwedana greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven kete roja 144’an, a Nasir Yagiz di roja 131’emîn de û ya koma yekemîn a girtiyan jî 106 roj li pey xwe hişt

Çalakiya greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara sala 2018’an de dest pê kir, hem li welat û hem jî li derveyî welat belav dibe û berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, kete roja 144’an.

Bi heman daxwazan, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di 16’ê kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya koma yekemîn a dîlên azadiyê kete roja 106’emîn. Ji 1’ê adarê û şûn ve jî li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtiyên siyasî tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege bûn.

Berxwedana parlamenteran

Ji bo piştgiriya bi çalakiya Guven re, parlamentera HDP’ê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê jî li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya Dag û endamên HDP’ê di roja 29’emîn de didome. Bi heman boneyê di 8’ê adarê de jî parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din jî li avahiya HDP’ê ya Amedê tev li çalakiyê bûn û çalakiya wan jî kete roja 24’an.

Piştî ku hatin berdan li malê çalakî domandin

Çalakiy kesên ku di girtîgehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û piştre jî hatine berdan jî didome. Di vê çarçoveyê de çalakiya Seda Akin a li Êlihê di roja 85’emîn de, ya Gurbet Ektîren a li Dêrik a Merdînê di roja 75’emîn de, ya Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê di roja 84’yemîn de û çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 33’yemîn de berdewam dike.

Çalakiyên li başûrê Kurdistanê

Li başûrê Kurdistanê jî çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kete roja 131’emîn. Her wiha berxwedana endama Meclisa Îştarê Fadîle Tok a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 71’emîn de, ya Herêm Mehmût di roja 35’an de, ya Şeyma Ednan di roja 27’emîn de û ya Gulebax Celal jî di roja 11’emîn de berdewam dike.

Grev li derveyî welat jî belav bû

Ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan, li derveyî welat jî çalakiyên greva birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Di vê çarçoveyê çalakiya li Strasbourgê bi tevlêbûna 14 çalakvanan hatiye destpêkirin û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî kete roja 105’an. Her wiha çalakiya Yûsûf Îba a li Torontoyê di roja 79’an de, ya Mustafa Tuzak a li Duîsburgê di roja 78’an de, ya Husên Yildiz di roja 73’yan de, ya Hasbî Çakici di roja 72’yemîn de, ya Şiyar Xelîl a li Nurinbergê di roja 67’emîn de, ya Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê di roja 62’yemîn de, ya Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê di roja 57’emîn de, ya Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê di roja 40’emîn de, ya Nahîde Zengîn û çalakiya Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî di roja 14’emîn de didome. Kurdistaniyê bi navê Erol Aydemîr jî li bajarê Caglîarî ya Îtalyayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege kir.

Ji bo rakirina tecrîdê çalakiyên fedaî

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî ya bi navê Zehra Saglam li Girtîgeha Oltu ya Erziromê û girtiya bi navê Medya Çinar jî li Girtîgeh Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dabûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar