Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana Leyla Guven kete roja 151’emîn

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin berdewam in. Di vê çarçoveyê de çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven kete roja 151’emîn, a Nasir Yagiz kete roja 138’an û ya li girtîgehan jî 113 roj li pey xwe hişt

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku di 8’ê mijdara sala 2018’an de ji hêla hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ve hatibû destpêkirin didome. Çalakî kete roja 151’emîn û rewşa Guven jî roj bi roj nebaştir dibe. Çalakiya greva birçîbûnê niha li welat û derveyî welat ji hêla zêdetirî 7 hezar çalakvanan ve tê domandin.

Bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê re, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di 16’ê kanûnê de bi tevlêbûna gelek girtiyan çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Çalakiya li girtîgehan pêl bi pêl mezin bû û ji 1’ê adarê ve jî hejmara girtiyên ku ketine greva birçîbûnê 7 hezar derbas kir. Çalakiya koma yekemîn a li girtîgehan kete roja 113’an. Bi heman daxwazan, li bakurê Kurdistanê parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê di di 3’yê adarê de û parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din jî di 8’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li malên xwe çalakiya xwe didomînin

Welatiyên bi navên Seda Akin, Gurbet Ektîran, Semra Alkan û Îhsan Sîmîş ku di dema di  girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Welatiyên ku demek piştre hatine berdan niha li malên xwe çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Akin a li Êlihê di roja 92’yemîn de, ya Ektîren a li Dêrik a Merdînê di roja 79’emîn de, ya Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê di roja 89’emîn de û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 40’emîn de didome.

Rewşa Yagiz di astekî krîtîk de ye

Li başûrê Kurdistanê jî bi heman daxwazên Guven, endamê HDP’ê Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Nasir ku rewşa wî ya tenduristiyê di astekî krîtîk de ye, di çalakiya xwe de 138 roj li pey xwe hişt. Di heman demê de çalakiya Fadîle Tok a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 78’an de, ya Herêm Mehmût di roja 42’yan de, ya Şeyma Ednan di roja 34’emîn de û ya Gulebax Celal jî di roja 19’emîn de berdewam dike.

Li navendên Ewropayî berxwedana grevê

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, bi tevlêbûna 14 çalakvanan li Strasbourgê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî kete roja 112’an. Her wiha çalakiya Îmam Şîş a li Galler a Ingilîstanê kete roja 112’an, a Yûsûf Îba a li Torontoyê kete roja 86’an, a Mustafa Tuzak a li Duîsburgê kete roja 85’an, a Husên Yildiz kete roja 80’an, a Hasbî Çakici kete roja 79’an, a Şiyar Xelîl a li Nurinbergê kete roja 74’an, a Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê kete roja 69’an, a Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê kete roja 64’an, a Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê kete roja 47’an, a Nahîde Zengîn û çalakiya Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî kete roja 22’yan.

8 kesan çalakiya fedaî pêk anî

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî ya bi navê Zehra Saglam li Girtîgeha Oltu ya Erziromê, girtiya bi navê Medya Çinar li Girtîgeh Tîpa E ya Mêrdînê, girtiya bi navê Yonca Akici li Girtîgeha Jinan a Şakranê, girtiyê bi navê Siraç Yuksek li Girtîgeha Osmaniyeyê û herî dawî jî duh Mahsûn Pamay li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de li Almanyayê jî welatiyê bi navê Ugur Şakar çalakiya xweşewitandinê pêk anîbû û jiyana xwe ji dest dabû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar