Gerîlaya Azadiya Kurdistanê, bi qasî têkoşîna li dijî dewleta tirk a dagirker ji bo çand û hunerê jî şer dikin. Gelê kurd li dijî dewleta tirk a li gel qirkirina fîzîkî û siyasî, qirkirina çandî li her cihê gerîla lê berxwedan dike.
Gerîlaya YJA Starê Sara Cûdî ya li Êlihê hatiye dinê û li Îzmîrê mezin bûye, di temenê xwe yê 12 salî de dest bi reqsa bi cûreya bale kiriye.
Sara Cûdî dema ku xwendekar bûn piştî xwendina pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Çawa Bijî? û şûnde ketiye nava lêgerînan.
Têkildarî mijarê Cûdî ev tişt anî ziman: “Bi taybet dahûrandinên Rêbertî yên li ser çand û hunerê pir jê bandor bûn. Piştî pirsa weke jinekê bê ka ez ê çawa xwe bikim kesayetek ji civakê? ketim rê û min PKK nas kir. Dema li mal bûm qet bê muzîk û balê nedikarîm bijî. Lê li çiyayên Kurdistanê bi dengê xwezayê re, bê muzîk min karî bireqisim. Her ku bi xwezayê re bûm yek, hestên min kûrtir bûn. Bi reqsa xwe ruhê civakî yê jinan û jinên hatî hejarkirin, li ser felsefeya Rêbertiyê, vegera ji nû ve ya li jiyanê vedibêjim.
Di nav agir de çawa xwe bigihînim rojê
Hevrêyên me li Mamreşo, Aris Faris, Zendûra û Heftanînê di nava berxwedanek xurt de ne. Tevî hemû teknîka dijmin jî, têkoşîneke xurt dikin. Bi pêşengtiya hevrê Serhat ruhek fedayî derket holê, ruhê hevrêtiyê wiha mezin dibe. Ew ruhê fedayî wê çawa bê avakirin? Çawa vê vegotin? Gelek hevrêyên me vî ruhî bi stranan û helbestan vedibêje, gelek jî bi şanoyan vedibêje. Ez jî vê berxwedanê bi zimanê bedenê hewl didim vebêjim. Bi gihana agir û rojê re, girêdanbûna hevrêyên me ya bi Rêbertî re ku di pêngava Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê de cih digirin, hewl didin nîşan bidin. Di nava agir de çawa xwe bigihînin rojê? Bersiva vê pirsê di kesayeta Serhat, Kamûran, Sarya û gelek hevrêyên din ên şehîd de derketin holê. Bi vê têkoşîna bê eman berxwedana jinan, berxwedana hemû hevrêyên me, min hê zêdetir di nava agir de tê geşkirin, bi hêrs kir, berê min dan armancên zêdetir.
Divê gelê kurd têkoşînê bi hunerê mezin bike
Ez strana xwe ya ‘Hêvî’ (Umut) di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ nivîsandî diyarî berxwedêrên zindanan dikim.
Hevrê Xelîl û Delîla di warê çand û hunerê de ruhekî mezin derxist holê. Em jî vî şerî ne tenê bi çalakiyên çekê, di warê çandê de jî bi çalakiyan xwedî lê derkevin. Li vir bang li gelê kurd dikim ku vê têkoşîna bi pêşengtiya hevrê Serhat dom dike, divê bi çand û hunerê bijîn.” BEHDÎNAN