Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berxwedana li dijî dagirkeriyê didome

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrîşî rojavayê Kurdistanê dike. Di vê çarçoveyê de ji 3 hêlan ve bi tevlêbûna 30 hezar leşker û çeteyan êrîşî Serêkaniyê dike û li hêla din jî Qamişlo û Girê Spî topbaran kir

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di 9’ê cotmehê saet 16.00’an de bi çekên giran û teknîka pêşketî, ji bo dagirkirina rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşa qirkirinê kir. Di vê çarçoveyê de bi dehan gund, bajarok, navçe û navendên Rojava bi awayeke hovane hat topbaran û bombebarankirin û hê jî bi awayekî bêperwa êrîş dike. Li hemberî vê êrîşa hovane, gelên Rojava û şervanên wê jî bi berxwedaneke dîrokî bersiv didin.

Di çarçoveya êrîşan de, hêzên dagirker li gundê Salihiyê yê li rojavayê Serêkaniyê dibistanek topbaran kir. Di heman demê de hêzên dagirker gundê Erîşa yê li ser rêya Serêkaniye û Til Temirê, topbaran kir. Li hemberî vê topbaranê jî şervanên HSD’ê bersivên tund didin.

Li Serêkaniyê şerê giran

Li gorî agahiyên ji Serêkaniyê, li 3 hêlên Serêkaniyê şerekî dijwar diqewime. Hat zanîn ku li gundê Hewarna yê li bakurê bajar, li herêma pîşesaziyê ya li rojhilatê bajar û li bajarokê Til Helef ê li rojavayê bajêr şerekî dijwar heye. Çavkaniyan da zanîn ku di êrîşa ji her sê aliyên ve ya li dijî Serêkaniyê de 30 hezar çete û leşkerên dewleta tirk cih digirin. Şervanên HSD’ê û gelê Rojava jî bi berxwedaneke mezin bersivê didin hêzên dagirker. Çavkaniyên ji Serêkaniyê ragihand ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê wesayîtên ambulansê yên Heyva Sor a Kurd jî hedef digirin.

Çalakvanên sivîl hedef girtin

Di heman demê de hêzên dagirker taxa Eyn Erûs a li başûrê Girê Spî ku bi sedan çalakvanên ji Reqa, Tebqa û Minbicê lê ne jî topbaran kir. Topbaran 10 metre nêzî çalakvanan pêk tê û bi dijwarî berdewam dike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku welatî ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li Girê Spî çalakî dabû destpêkirin.

Li Qamişlo sivîl birîndar bûn

Çavkaniyên ji Qamişloyê jî ragihand ku hêzên artêşa tirk a dagirker taxa Xerbî ya Qamişloyê topbaran kir. Di encama topbaranê de sivîl birîndar bûn. Der barê hejmar û rewşa birîndaran de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar