Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

‘Berxwedana li dijî komploya navneteweyî gerdûnî ye’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera 22’yemîn a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Şerîk bi bîr xist ku 22 sal di ser komploya navneteweyî re derbas bûn û wiha got: “Lê belê komploya navneteweyî hîn jî dewam dike. Bi komploya navneteweyî xwestin ku kîjan armancan pêk bîne, hêzên navneteweyî li dora heman armancî bi tecrîdkirina Rêber Apo re dixwazin heman armancan pêk bînin. Li dijî vê yekê berxwedana Rêber Apo ya li hemberî komploya navneteweyî roj bi roj mezin dibe, li qadeke firehtir belav dibe. Rastiya vê berxwedanê ji dîwarên Îmraliyê derbas bûye, Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn xistiye nava xwe. Ne tenê li Rojhilata Navîn bi sînor bûye. Veguheriye berxwedaneke gerdûnî ku tevahiya cîhan xistiye nava xwe.

Rêber Apo ji destpêkê ve komplo dît û li dijî wê nirxandin kir. Bang li gelê Kurdistanê, civaka Tirkiyeyê û gerîla kir. Li ser vê bingehê hem wî bi xwe li dijî komployê dest bi berxwedanekê kir, hem jî bang li gel kir ku divê li dijî komployê têbikoşin. Rêber Apo bi 9’ê Cotmehê re ev berxwedan da destpêkirin. Ji 9’ê Cotmehê heta roja îro ev berxwedan dewam dike.”

Cemal Şerîk destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya bêhempa komployê pûç kiriye û wiha domand: “Rêber Apo di nava wan şert û mercan de bi paradîgmaya nû ya ku afirand hem ji bo têkoşîna PKK’ê hem jî ji bo gelên cîhanê asoyekî nû pêşkêş kir. Perspektîf afirand. Ev yek hate wateya derketiyên nû di nava têkoşînê de. Di encama vê de jî li Kurdistanê di 1’ê Hezîrana 2004’an de pêngava şoreşgerî hate destpêkirin. Ev pêngav bersiva herî bi wate ya li dijî hêzên komploger bû. Dihat wateya ragihandina fermî ya destpêkê ya pûçkirina komployê.

Li başûrê Kurdistanê jî bijarteya azadiyê xurtir bû. Li rojhilatê Kurdistanê jî bijarteya azadiyê xurt bû. Û li Rojava bijarteya azadiyê di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de bi ser ket. Bijarteyên nû danîn pêşiya gelê Kurdistanê.”

Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ji destpêkê ve navneteweyî bû, gerdûnî bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev yek di şexsê Rêber Apo de şênber bû. Di şexsê PKK’ê de şênber bû. Di şexsê gelê Kurdistanê de şênber bû. Berxwedana li dijî komploya navneteweyî gerdûnî bû. Ev berxwedana gerdûnî, di asta gerdûnî de bû sedema tevlibûnê. A rast, rabûna di asta gerdûnî de niha li dijî komploya navneteweyî tê kirin, diviyabû destpêkê hatibû kirin. Yên ku diviyabû destpêkê hatibûya kirin, bi berxwedana niha ya li dijî komploya navneteweyî re dihate wateya encamekê. Vê encamê bi rengekî şênber niha xwe di Şoreşa Rojava de nîşan dide. Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa cîhanê bû. Şoreşeke bi vê taybetmendiyê gerdûnî ye. Ev şoreşa gerdûnî di asta gerdûnî de hate parastin.

Di halê hazir de berxwedana li dijî komploya navneteweyî tê meşandin di asta gerdûnî de ye. Li qada navneteweyî dostên kurdan xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derdikevin. Rewşenbîr, entelektuel, akademîsyen, hêzên siyasî yên rêxistinbûyî, li qada navneteweyî li bîrdoziya Rêbertî xwedî derdikevin. Li dijî tecrîdkirina Rêbertî têdikoşin. Li her devera cîhanê têkoşîn hene. Rêxistinbûnên karkeran ku ji sendîkayên mezintirîn ên Îngilistanê ne, ji bo azadiya Rêber Apo dest bi kampanyayan kirin. Li qada navneteweyî ji bo azadiya Rêber Apo konferans tên lidarxistin.

Ne tenê di asta siyasî, entellektuel, akademîk û rêxistiniya karkeran, her wiha di asta çand û hunerî de jî xwedî li Rêbertî tê derketin. Bi rengê çand û hunerî li qada navneteweyî xwedî li bîrdoziya Rêbertî tê derketin. Vaye hunermendek Meksîkayî têkildarî Rêbertî operayek pêk anî. Ji bilî vê li ser Rêbertî pirtûk tên nivîsandin. Der barê Rêbertî projeyên cuda tên amadekirin. Ev hemû li dijî komploya navneteweyî tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê ya li dora Rêbertî.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar