Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Berxwedana li dijî qirkirinê

Êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurdisatanê, divê ji gelek aliyên xwe ve bên nirxandin. Cihê nirxandineke bi vî awayî, di hiqûqa navneteweyî de jî heye.

Hiqûqa navneteweyî, qirkirinê bi êrîşên bi armanca tunekirina hebûna fizîkî ya netewe, gel an jî qebîleyekê bi sînor nake. Di hiqûqa navneteweyî de, êrîşên tunekirina nasnemeyên çandî, bawerî, fikirî, siyasî û hwd. jî di çarçoveya qirkirinê de ne.

Roja me ya îro, gelê Kurdistanê di hedefa van hemû cureyên êrîşên qirkirinê de ye. Heta tenê ne hedef e, her wiha rasterast di pratîkê de ev êrîş tên kirin. Cînayet û qetlîamên ji ber nasnameya kurdî, çand û mezhebî, tercîhên fikrî û siyasî tên kirin, bi awayekî şênber vê nîşan didin.

Dewleta TC’ê ya bi her awayî şerê qirkirinê dike, gelê Kurdistanê bi tevahî kiriye hedefa xwe. Gelek sedemên vê hene. Yek ji van sedemên sereke ew e ku dewleta TC’ê hebûna xwe di tunekirina gelê Kurdistanê de dibîne.

Dewleta TC’ê ya qirker, her çiqas dîroka xwe bispêre dewleta Selçûqiyan a li Mezopotamya û Anatolyayê hatiye avakirin, ev bi tevahî îluzyon e ku bi hîle û xapandinê hatiye avakirin.

Li gorî vê îluzyonê, li erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê ‘ji xeynî tirkan kes nejiyaye’, ‘berê tirk hebûn’. Dixwaze di hişmendiyê vê bi cih bike û di jiyanê de bide qebûlkirin. Êrîşên qirkirinê yên wek polîtîkayeke giştî ku 200 salên dawî di meriyetê de ne, ji bo wan rêya yekane ye ji bo bigihîjîn armanca xwe.

Êrîşên wan ên qirkirinê yên li dijî gelên qedîm ên wek ermen, asûr-suryan, rûm, kurd, çerkes, laz û hwd. ên erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê rastiyeke wiha nîşan didin. Qirkirinên 200 salên dawî bi taybetî jî yên ji destpêka sedsala 20’an vir ve, bi tevahî bi awayî dikarin bên fêmkirin.

Kurd 200 sal in rasterast di hedefa qirkirinê de ne. Lê belê gelên mîna ermen, asûr-suryan, rûm hema bêje şopa wan jî nemaye. Her wiha çerkez û laz jî ketin bin siya ‘nasnameya tirk’. Roja me ya îroyîn, sedema êrîşên qirkirinê ew e ku dixwazin gelê Kurdistanê jî mîna gelên din bi tevahî ji holê rabikin. Heger bi ser bikevin, difikrin ku wê îluzyona xwe ya Mezopotamya û Anatolya ji bere ve ‘warê tirkan e’ bidin qebûlkirin.

Dewleta TC’ê ya qirkirinê di çarçoveya vê hedefa xwe de, li Kurdistanê her cure êrîşên xwe yên qirkirinê kiriye meriyetê. Ev êrîşên qirkirina fizîkî, çandî, siyasî û heta civakî ne.

Êrîşên qirkirina fizîkî yên li Kurdistanê tên kirin, tenê bi qetlîamên bi top, tank, balafir, şûr, gazên jehrî û koçberkirinê nayên kirin. Li her dera Kurdistanê bi qirkirina jin, ciwan û zarok tên qirkirin û her wiha bi nexweşiyên şewbê jî komkujiyan pêk tînin. Dîrok, kevneşopî, nirx û baweriya kurdan jî di hedefa êrîşên qirkirinê de ne. Ji aliyekî ve, bi polîtîkaya qirkirinê dixwazin civakê bi tevahî ji rastiya wê dûr bixin û bikin kole, ji aliyekî ve jî xwezaya ku mirov pê bûne civak qir dikin. Qetilkirina xwezayê tenê ne qetilkirina dewlemendî, xweşikiya wê û xerakirina hevsengiya wê ye, her wiha pê re berhemên mirov/civakê ji holê tên rakirin. Qirkirina siyasî jî ji bo temamkirina van hemû qirkirinan, tê kirin. Bi êrîşên qirkirina siyasî dixwazin îradeya gelê Kurdistanê bişikînin û koletiyê pê bidin qebûlkirin.

Civaka Kurdistanê, bi van hemû aliyan ve bi tevahî dane ber qirkirinê. Bi vî awayî, belkî jî êrîşên wisa li gelê Kurdistanê tên kirin ku li cîhanê nehatine dîtin.

Lê belê gelê Kurdistanê li hemberî van êrîşan li ber xwe dide. 200 sal in ev berxwedan didome. Carna serî rakiriye, carna vekişiyaye çiyayan, carna jî di nav êrîş û zextên herî dijwar de wek pizotekî agir di nav xwe de şewitiye û li ber xwe daye. Bi pêngava Rêber Apo ya dîrokî, ev pizot veguherî agirekî geş û li serê çiyayan cîhan ronî kir.

Sedema bingehîn a êrşên qirkirinê yên dewleta TC’ê ya faşîst û mêtinger tefandina vî agirî ye ku cîhanê ronî dike. Bi tu awayî jî nikare armanca xwe bibe serî.

Dewleta TC’ê ya qirker xwest bi êrîşên xwe yên tunekirinê yên 200 salên dawî, hem fizîkî hem jî çandî gelê Kurdistanê bi tevahî ji holê rabike û tu tiştekî li ser navê wî li vê erdnîgariyê nehêle. Hedefa wê ew bû ku bi êrîşên qirkirinê nehêle li Kurdistanê berxwedana neteweyî bi pêş bikeve û herêm bi herêm bi dagirkerî, polîtîkayên asîmîlasyonê û mêtingeriya aborî û çandî, gelê Kurdistanê bi tevahî tune bike. Bi gotina ‘Kurdistan xeyalî li vê derê binaxkirî’ ye xwestibû vê mayinde bike. Lê belê negihîşt armanca xwe.

Bi berxwedana PKK’ê ya 50 salên dawî, bi zelalî diyar bû ku dewleta TC’ê ya qirker wê nikaribe bigihîje armanca xwe. Tenê ne ev, her wiha bi berxwedanê, gel bû xwedî ruh û çandeke nû û bi vî awayî agirê berxwedana PKK’ê li serê çiyayan her vêketî ma.

Îro roj, agirê vê berxwedanê li hemberî êrîşên qirkirnê yên dewleta TC’ê ya faşîst vêketî ye û her diçe li her dera jiyanê geş dibe.

Nûçeyên Têkildar