Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Berxwedana li dijî tecrîdê di roja 185’an de didome

Berxwedana greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye di roja 185’an de didome. Her wiha çalakiya rojiya mirinê jî 12 roj in didomin

Berxwedana grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest pê kir û niha jî li malê didome, di roja 185’an de berdewam dike.

Bi heman armancê li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz di roja 172’yemîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 146’emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil di 16’ê kanûna 2018’an de dest pê kiribû, di roja 147’an de didome.

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok jî di roja 112’yemîn de bi biryardariyek xurt didomîne. Herêm Mehmûd bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 77 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 71’yan de berdewam dike.

30 çalakgerên rojiya mirinê

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 12’yemîn de dewam dike. Navê 15 girtiyên di rojiya mirinê de ne wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Ergîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.”

Her wiha duh jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê koma duyemîn dest bi rojiya mirinê kir û navê kesên di koma duyemîn a rojiya mirin de wiha ne; “Li Girtîgeha Kandirayê Yaşar Cînbaş, Muhammed Înal, Diyadîn Akdemîr û Engîn Kahraman. Li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê  Îbrahîm Dogan , Ahmet Emîn Eren û Mustafa Taştan. Li Girtîgeha Patnosê Sena Efe, Burhan Şik, Faysal Atak û Şefîk Kayhan. Li Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdagê Reşat Ozdîl. Li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz. Li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê jî Saît Ozturk.”

Li derve berxwedan didome

Çalakiya parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’yê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 125 roj, Gurbet Ektîren 116, Mahsun Şen 127 û Mûrat Aksin 58 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 125 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 74 roj, Naîme Çelîk 71 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar, Bîlal Ozgezer ên li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên hatin hatin berdan, li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.

Çalakiyên canbexşane

Li bajarê Krefeldê yê Almanyayê di 20’ê Sibatê de Ûgûr Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’yê Adarê de şehîd bû. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên canbexeçane pêk anîn û şehîd bûn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de şehîd bû. Siraç Yuksek jî di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û şehîd bûn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar