Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana li dijî tecrîdê di roja 197’an de didome

Berxwedana greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 197’an de berdewam dike. Her wiha çalakiya Nasir Yagiz jî 184 roj li pey xwe hişt. Li hêla din çalakiya rojiya mirinê ya koma yekemîn kete roja 24’an û ya koma duyemîn jî di roja 14’emîn de berdewam dike

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Leyla Guven îro kete roja 197’an.

Bi heman boneyê çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest pê kiribû jî kete roja 184’emîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 çalakvanan a li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 158’emîn de berdewam dike.

Berxwedana li zindanan

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî koma yekemîn di 16’ê kanûna sala 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya koma yekemîn 159 roj li pey xwe hişt. Piştî koma yekemîn, bi heman boneyê di roj û mehên cuda de jî bi sedan girtiyên din ketin greva birçîbûnê. Herî dawî jî bi tevlêbûna bi hezaran girtiyan, li zindanên Kurdistanê û Tirkiyeyê di 1’ê adarê de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û çalakî tevî hemû zextan berdewam e.

Çalakiyên li Başûr

Li başûrê Kurdistanê jî ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan, gelek kes ketin greva birçîbûnê. Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger û yên bêdem û bêdorveger bi israr berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de çalakiya endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok di roja 124’emîn de û ya Herêm Mehmûd a li Kelara Germiyanê jî di roja 89’an de bi israr berdewam dike. Çalakiya rojiya mirinê ya ciwanê bi navê Merwan Memdûh Ozdemîr ku di 14’ê gulanê de li Silêmaniyê dest pê kir jî berdewam e.

Parlamenterên HDP’ê li ber xwe didin

Bi heman boneyê parlamentera HDP’ê Dersîm Dag di 3’yê adarê de û parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî di 8’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya parlamenteran bi israr didome. Her wiha endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer tevî parlamenter Dag li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê jî hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe domandin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha jî çalakiyên xwe li malên xwe didomînin.

Çalakiya xwe li malên xwe didomînin

Gelek kesên ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin demek piştre jî hatin berdan. Welatî niha jî çalakiya xwe li malê didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe kete roja 137’yan, a Gurbet Ektîren kete roja 128’an, a Mahsun Şen a li Dêrik a Mêrdînê kete roja 136’an, a Mûrat Aksin a li Dêrikê kete roja 70’an, a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê kete roja 137’yan, a Hiznî Kilinç a li Serêkaniye ya Rihayê kete roja 83’an û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî kete roja 86’an.

Koma yekemîn a rojiya mirinê

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya hikûmetê ya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê, di 30’ê nîsanê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay di 30’ê nîsanê de weke koma yekemîn dest bi rojiya mirinê kirin. Rojiya mirinê ya koma yekemîn kete roja 19’an.

Koma duyemîn a rojiya mirinê

Di 10’ê gulanê de jî weke koma duyemîn a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, li Girtîgeha Kandirayê girtiyên bi navên Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr û Engîn Kahraman, li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiyên bi navên Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mûstefa Taşan, li Girtîgeha Patnosê girtiyên bi navên Senar Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak û Şafî Kayhan, li Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdag girtiyê bi navê Reşad Ozdîl, li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê girityên bi navên Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyê bi navê Saît Ozturk dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê ya koma duyemîn jî 9 roj li pey xwe hişt.

Çalakiyên fedaî

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, welatiyê bi navê Ugur Şakar di 20’ê sibata îsal de li bajarê Krefeld ê Almanyayê agir berda bedana xwe û di 22’yê adarê de jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiyê siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û girtiya siyasî Medya Çinar (24) jî di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiya siyasî Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyên siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar