Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana li dijî tecrîdê kete roja 140’emîn

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin, kete roja 140’an. Hem li welat û  hem jî li derveyî welat jî çalakî bi israr didome û her ku diçe jî berfirehtir dibe

Çalakiya greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven hatiye destpêkirin, hem li welat û hem jî li derveyî welat didome. Di vê çarçoveyê de çalakiya Guven ku di 8’ê mijdara sala 2018’an de dest pê kiribû, kete roja 140’emîn.

Bi heman boneyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 16’ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê kete roja 102’yemîn. Her wiha ji 16’ê kanûnê heta 1’ê adarê jî bi sedan girtî di dîrokên cuda de ketin greva birçîbûnê û çalakiya wan jî hîn didome. Ji 1’ê adarê û şûn ve jî li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtiyên siyasî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdoveger. Tevî hemû zexta jî çalakiya girtiyan didome.

Çalakiyên fedaî

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî ya bi navê Zehra Saglam li Girtîgeha Oltu ya Erziromê û girtiya bi navê Medya Çinar jî li Girtîgeh Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dabûn.

Parlamenter berxwedana xwe didomînin

Li hêla din çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê ku li avahiya HDP’ê dabû destpêkirin di roja 25’emîn de û ya parlementerên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din a li heman cihî jî kete roja 20’an. Çalakiya Seda Akin a li Batmanê 80 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 70, ya Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 79 roj, Îhsan Sînmîş li Kuçukçekmece ya Stenbolê 29 roj in di greve de ye.

Li Başûr çalakî berdewam in

Di heman demê de li Hewlêrê jî berxwedana endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê bi heman boneyê dabû destpêkirin, kete roja 127’emîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Fadîle Tok li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daye destpêkirin kete roja 67’emîn, a Herêm Mehmût di roja 31’an de, a Şeyma Ednan di roja 23’yemîn de û ya Gulebax Celal jî di roja 8’emîn de berdewam dike. Di heman demê de li Silêmaniyê jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger didome. Welatiya bi navê Fatma Ehmet jî li gundê Tatan ê Pênciwênê dest bi greva birçîbûnê kir.

Grevên birçîbûnê yên li derveyî welat

Li derveyî welat jî çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya ku 14 berxwedêrên li Strasbourg a Fransayê daye destpêkirin, di qada navneteweyî de deng veda. 14 berxwedêrên ku bi dirûşma ‘Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’ dest bi çalakiyê kirin, çalakiya xwe di roja 101’emîn didomînin. Tevî vê çalakiyê, li ber avahiya CPT’yê çalakiya jinan a ji bo hişyarkirina CPT’yê jî didome. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 25’ê adarê de jî bi sedan siyasetmedarên kurd li pêşiya CPT’yê ji bo 5 rojan ketin grevê û dest bi nobedê kirin.

Grevên birçîbûnê yên li Ewropayê tenê bi van çalakiyan jî bi sînor nînin. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya Îmam Şîş a li Galler a Ingilîstanê jî kete roja 101’emîn. Çalakiya Yûsûf Îba a li Torontoyê kete roja 75’an, a Mustafa Tuzak a li Duîsburgê kete roja 74’an, a Husên Yildiz kete roja 69’an, a Hasbî Çakici kete roja 68’an, çalakiya Şiyar Xelîl a li Nurinbergê kete roja 63’yan, a Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê kete roja 58’an, a Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê kete roja 53’yan, a Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê kete roja 36’an, a Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî kete roja 11’an.  Her wiha welatiyê bi navê Erol Aydemîr jî li bajarê Caglîarî ya Îtalyayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar