Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li welat û li derveyî welat zêdetirî 7 hezar kes bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li ber xwe didin. Çalakî her ku diçe berfirehtir dibe û rewşa çalakvanan jî nebaştir dibe
Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin. Çalakî di demekî kin de hem li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û hem jî li welat û derveyî welat belav bû. Niha zêdetirî 7 hezar kes di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, kete roja 147’an.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi heman boneyê di 16’ê kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya koma yekemîn a dîlên azadiyê kete roja 109’emîn. Ji 1’ê adarê û şûn ve jî li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtiyên siyasî tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege bûn.
Çalakiya li avahiya HDP’ê didome
Di heman demê de bi heman daxwaza Guven, parlamentera HDP’ê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê jî li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya Dag û endamên HDP’ê di roja 32’yemîn de didome. Li heman cih û bi heman daxwazê di 8’ê adarê de parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiyan wan kete roja 27’an.
Piştî derketin jî çalakiya xwe domand
Welatiyên ku dema di girtîgehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û piştre hatine berdan jî çalakiya xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Seda Akin a li Êlihê di roja 88’emîn de, ya Gurbet Ektîren a li Dêrik a Merdînê di roja 75’emîn de, ya Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê di roja 87’yemîn de û çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 36’yemîn de berdewam dike.
Li Başûr berxwedan didome
Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li başûrê Kurdistanê jî çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kete roja 134’emîn. Greva birçîbûnê ya endama Meclisa Îştarê Fadîle Tok a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 74’emîn de, ya Herêm Mehmût di roja 38’an de, ya Şeyma Ednan di roja 30’emîn de û ya Gulebax Celal jî di roja 14’emîn de berdewam dike.
Li gelek navendên Ewropayê kurdistanî têdikoşin
Her wiha ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan, li derveyî welat jî çalakiyên greva birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Çalakiya li Strasbourgê ku bi tevlêbûna 14 çalakvanan hatibû destpêkirin û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî kete roja 108’an. Her wiha çalakiya Yûsûf Îba a li Torontoyê di roja 82’yan de, ya Mustafa Tuzak a li Duîsburgê di roja 81’an de, ya Husên Yildiz di roja 76’yan de, ya Hasbî Çakici di roja 75’emîn de, ya Şiyar Xelîl a li Nurinbergê di roja 70’emîn de, ya Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê di roja 65’yemîn de, ya Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê di roja 60’emîn de, ya Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê di roja 43’yemîn de, ya Nahîde Zengîn û çalakiya Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê jî di roja 17’emîn de didome. Li Caglîarî ya Îtalyayê jî kurdistaniyê bi navê Erol Aydemîr dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege kiribû.
Hejmara çalakiyên fedaî zêde bû
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî ya bi navê Zehra Saglam li Girtîgeha Oltu ya Erziromê, girtiya bi navê Medya Çinar li Girtîgeh Tîpa E ya Mêrdînê, girtiya bi navê Yonca Akici li Girtîgeha Jinan a Şakranê û herî dawî jî girtiyê bi navê Siraç Yuksek li Girtîgeha Osmaniyeyê dawî çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de li Almanyayê jî welatiyê bi navê Ugur Şakar çalakiya xweşewitandinê pêk anîbû û jiyana xwe ji dest dabû.