Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana li dijî tecrîdê kete roja 152’yan

Berxwedana greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatiye destpêkirin, bi israr berdewam e. Di vê çarçoveyê de berxwedana Leyla Guven kete roja 152’yan û ya Nasir Yagiz jî 139 roj li pey xwe hişt

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Guven kete roja 152’yan. Bi desptêkirina çalakiyê re jî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê û xeleka berxwedanê mezintir kirin. Ev xelek, bi tevlêbûna bi dehan çalakvanên li parçeyên din ên Kurdistanê û li gelek navendên Ewropayê roj bi roj mezintir bû û hejmara çalakvanan niha 7 hezar derbas kiriye.

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 16’ê kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya koma yekemîn kete roja 114’an. Piştî koma yekemîn, di rojên cuda de bi sedan girtî ketin greva birçîbûnê. Herî dawî jî di 1’ê adarê de li hemû girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî ketin greva birçîbûnê. Çalakî tevî hemû zextan jî bi israr berdewam e.

Çalakiya li avahiya HDP’ê berdewam e

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê jî bi heman boneyê li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya li avahiya HDP’ê ya Amedê di 8’ê adarê de bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din berfirehtir bû. Berxwedana parlamenterên HDP’e didome.

Piştî derketin jî çalakiya xwe domandin

Bi armanca piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re û rakirina tecrîda li ser Ocalan, welatiyên bi navên Seda Akin, Gurbet Ektîran, Semra Alkan û Îhsan Sîmîş dema ku di  girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Lê piştre hatin berdan û niha jî li malên xwe çalakiya xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Akin a li Êlihê kete roja 93’yan, a Ektîren a li Dêrik a Merdînê kete roja 80’an, a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê kete roja 90’an û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî kete roja 41’an.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan daye destpêkirin jî 139 roj li pey xwe hişt. Di heman demê de li başûrê Kurdistanê çalakiya Fadîle Tok a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 79’an de, ya Herêm Mehmût di roja 43’yan de, ya Şeyma Ednan di roja 35’emîn de û ya Gulebax Celal jî di roja 20’emîn de bi biryardarî berdewam dike.

EWROPA

Yek ji navendên Ewropayê li Strasboûrgê bi tevlêbûna 14 çalakvanan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û çalakî kete roja 113’an. Çalakiya Îmam Şîş a li Galler a Ingilîstanê jî kete roja 113’an, a Yûsûf Îba a li Torontoyê kete roja 87’an, a Mustafa Tuzak a li Duîsburgê kete roja 86’an, a Husên Yildiz kete roja 81’an, a Hasbî Çakici kete roja 80’an, a Şiyar Xelîl a li Nurinbergê kete roja 75’an, a Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê kete roja 70’an, a Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê kete roja 65’an, a Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê kete roja 48’an, a Nahîde Zengîn û çalakiya Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî kete roja 23’yan.

Çalakiyên canbexşane

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî ya bi navê Zehra Saglam li Girtîgeha Oltu ya Erziromê, girtiya bi navê Medya Çinar li Girtîgeh Tîpa E ya Mêrdînê, girtiya bi navê Yonca Akici li Girtîgeha Jinan a Şakranê, girtiyê bi navê Siraç Yuksek li Girtîgeha Osmaniyeyê û herî dawî jî duh Mahsûn Pamay li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de li Almanyayê jî welatiyê bi navê Ugur Şakar çalakiya xweşewitandinê pêk anîbû û jiyana xwe ji dest dabû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar