Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana li dijî tecrîdê kete roja 200’an

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 200 roj in, Nasir Yagiz 187 roj in, koma yekemîn a li girtîgehan 162 roj in û li Strasbourg û Gallerê jî berxwedêr 161 roj in li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Her wiha rojiya mirinê ya koma yekemîn ku di 30’ê nîsanê de dest pê kir 27 roj, a koma duyemîn 17 roj û ya Merwan Memdûh Ozdemîr a li Başûr jî 13 roj li pey xwe hişt

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Guven di hemû peyamên xwe de destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî dibe, encam çi dibe bila bibe dê berxwedana xwe bidomîne. Berxwedana Guven îro jî kete roja 200’an. Guven çalakiya xwe li mala xwe ya Rezan a Amedê bi biryardarî berdewam dike.

Bi heman boneyê, endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya Yagiz jî 187 roj li pey xwe hişt. Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 çalakvanan a li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 161’emîn de berdewam dike.

Zindan li ber xwe didin

Li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî koma yekemîn a girtiyan di 16’ê kanûna sala 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya koma yekemîn 162 roj li pey xwe hişt. Piştî koma yekemîn, bi heman boneyê di roj û mehên cuda de jî bi sedan girtiyên din ketin greva birçîbûnê. Herî dawî bi tevlêbûna bi hezaran girtiyan, li zindanên Kurdistanê û Tirkiyeyê di 1’ê adarê de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û çalakî bi biryariyeke mezin berdewam dike.

Li Başûr greva birçîbûnê û rojiya mirinê

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 127 roj in û Herêm Mehmûd jî li Kelar a Germiyanê 92 roj in di greva birçîbûnê de ne. Her wiha çalakiya rojiya mirinê ya ciwanê bi navê Merwan Memdûh Ozdemîr ku di 14’ê gulanê de li Silêmaniyê dest pê kiribû jî di roja  13’an de didome.

Li Amedê çalakî didome

Bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan, parlamentera HDP’ê Dersîm Dag di 3’yê adarê de û parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî di 8’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya parlamenteran li avahiya HDP’ê ya Amedê didome. Her wiha endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer tevî parlamenter Dag li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê jî hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe domandin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha jî çalakiyên xwe li malên xwe didomînin.

Li malên xwe li ber xwe didin

Welatiyên ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin û demek piştre jî hatin berdan, çalakiya xwe li malên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe kete roja 140’an, a Gurbet Ektîren kete roja 131’an, a Mahsun Şen a li Dêrik a Mêrdînê kete roja 139’an, a Mûrat Aksin a li Dêrikê kete roja 73’yan, a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê kete roja 140’an, a Hiznî Kilinç a li Serêkaniye ya Rihayê kete roja 86’an û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî kete roja 89’an.

Koma yekemîn a rojiya mirinê

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya hikûmetê ya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê, di 30’ê nîsanê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay di 30’ê nîsanê de weke koma yekemîn dest bi rojiya mirinê kirin. Rojiya mirinê ya koma yekemîn kete roja 27’an.

Koma duyemîn a rojiya mirinê

Di 10’ê gulanê de jî weke koma duyemîn a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, li Girtîgeha Kandirayê girtiyên bi navên Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr û Engîn Kahraman, li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiyên bi navên Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mûstefa Taşan, li Girtîgeha Patnosê girtiyên bi navên Senar Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak û Şafî Kayhan, li Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdag girtiyê bi navê Reşad Ozdîl, li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê girityên bi navên Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyê bi navê Saît Ozturk dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê ya koma duyemîn jî 17 roj li pey xwe hişt.

Çalakiyên fedaî

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, welatiyê bi navê Ugur Şakar di 20’ê sibata îsal de li bajarê Krefeld ê Almanyayê agir berda bedana xwe û di 22’yê adarê de jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiyê siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û girtiya siyasî Medya Çinar (24) jî di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiya siyasî Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyên siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar