Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Berxwedana li Mexmûrê kete roja 20’an

Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo bidawîkirina şerma mirovahiyê ya ku hikûmeta Başûr li ser Wargeha Mexmûrê dimeşîne, li ber xwe didin. Dayik dibêjin ku heta dorpêç tê rakirin dê li ber xwe bidin

Dorpêça Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 65’emîn de berdewam dike. Ji bo rakirina dorpêçê, Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê jî 20 roj in tevî şert û mercên giran jî li ber xwe didin. Tevî bang û çalakiyan jî heta niha hikûmeta Başûr bersivek nedaye dayikên çalakvan.

Gelek nexweşên ku rewşa wan giran hewl didin ku ji bo dermankirinê derbasî Hewlêrê bibin. Lê asayîşa girêdayî PDK’ê nahêle ku nexweş derbas bibin. Li hêla din dermanên li nexweşxaneyên Mexmûrê ber bi tunebûnê ve ne û ev jî rê li ber fikaran vedike. Her wiha gelek malbatên mexmûrî yên ku debara xwe bi karên li bajarên din ên Başûr dikin jî ji ber vê dorpêçê nikarin biçin ser karên xwe.

Dayikên Aştiyê yên ku li dijî vê şerma mirovahiyê ku rêveberiyeke kurd li gelê kurd bi xwe dike, li ber xwe didin. Dayik dibêjin ku heta dorpêç tê rakirin dê çalakiya xwe berdewam bikin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar