Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê hat silavkirin

MXDŞ û TAJÊ bi daxuyaniyeke nivîskî berxwedana gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê silav kirin û destnîşan kirin ku ew bi şervanên azadiyê re ne

Navenda Nûçeyan

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî berxwedana gerîlayan a li Zap, Metîna û Avaşînê li dijî dagirkeriyê dimeşîne, silav kirin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadê Zap, Metîna û Avaşînê û berxwedana hêzên gerîla ya li dijî van êrişan daxuyaniyek da.

MXDŞ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew berxwedana li Zapê, Metîna û Avaşînê silav dikin û wiha got: “Gelê me û hêzên ku di tunekirina DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabûn, li rojavayê Kurdistanê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dibin hedefa êrîşeke berfireh. Gelê me jî li her derê li kêleka hêzên xwe ye. Em niha li dijî dijminekî hov têdikoşin.”

MXDŞ’ê da zanîn ku gef û êrîşên li ser îradeya gelê Şengalê, êrîşên li qadên gerîla, her wiha êrîşên çekdarên bi navê Dîfa El Wetenî yên li Qamişloyê, hewldana ji bo bêbandorkirina YBŞ, YJÊ û Asayîşa Êzidxanê ji hev cuda nîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Şengalê êrîş bi navê hikûmeta Iraqê, li rojavayê Kurdistanê jî bi navê hikûmeta Şamê bênekirin jî di binê van êrîşan de dewleta tirk a dagirker heye û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Ev êrîşên ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin tesadufî nîne. Ev êrîş dewama pêkanîna projeya osmaniya nû ye. Bi navê gelê Şengalê em bang li tevahiya kurdan û azadîxwazan dikin û dibêjin; êdî dem hatiye ku gel sînorekî deyne pêşiya vê dagirkeriyê. Em xwedî li berxwedana gerîla derdikevin. Civaka êzidî bi saya xwîna bi sedan şervan û gerîla azad bûye. Em berxwedana Metîna, Zap û Avaşînê bi rêzdarî silav dikin û dibêjin, em bi we re ne.”

TAJÊ berxwedana gerîla silav kir

TAJÊ jî berxwedana gerîla silav kir û wiha got: “Bi navê Dayikên Êzidî em êrîşên li ser Rojava, Şengalê û qadên gerîla şermezar dikin. Şengal û Rojava ji ber ku li ber xwe didin dibin hedefa her cûre êrîşan e. Dagirker bi taybetî êrîşî wan deveran dikin ku xelk xwe bi fikrê Rêber Apo birêxistin dike. Hewl didin ku pêşî li belavbûna fikrê Rêber Apo bigirin û nehêlin ku bigihêje nava civakê.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi pêşketina civaka êzidî ya bi fikir û felsefeya Ocalan hate kirin û ev tişt hat diyarkirin: “Ji bilî Xwedê û Rêbertî pêwîstiya me bi tiştekî nîne. Bi navê dayikên şengalî yên kezeba wan şewitiye, em naxwazin dilê dayikekê bişewite. Em her êrîşa li ser çiyayên azad tê kirin weke êrişa li dijî xwe dibînin, ji ber ku yên em ji fermanê rizgar kirin ew bûn. Em ên ku niha li Zap, Metîna û Avaşînê li ber xwe didin weke zarokên xwe dibînin û berxwedana wan silav dikin.

Em êrîşên li ser Rojava jî weke êrîşên li dijî Şengalê dibînin, ji ber ku di fermana 3’ê Tebaxê de dayikên Rojava zarokên me ji mirinê rizgar kirin.

Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku pêşî li van êrîşan û gefa bigire. Herî dawî cezayê darvekirinê yê li 4 ciwanên me hate birîn nîşan dide ku tu cudahî di navbera hikûmeta Iraq û dewleta tirk nîne. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî van nêzîkatiyan li her derê rabin ser pêyan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar