Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berxwedana li zindanan hat silavkirin

Li Mêrdînê berxwedana li zindanan ku li dijî tecrîd û ji bo azadiya Ocalan pêk tê, hat silavkirin

Girtiyên PKK û PAJK’ê 62 roj in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem de ne. Çalakiya girtiyan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve bi biryardariyeke mezin didome.

HDP’a Mêrdînê jî ji bo piştgirîdayîna girtiyan û rakirina tecrîda li ser Ocalan li pêşiya avahiya xwe de daxuyanî da û berxwedana girtiyan silav kir.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyê û parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar tev li çalakiyê bûn. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hiweşînin’ hate hildan û dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ hat qîrîn.

Hevserokê HDP’ê ya Mêrdînê Salîh Kuday daxuyanî da û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê 62 roj in didome. Her roj li girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin. Daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê daxwazên me ne. Em dixwazin daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe.”

‘Tu eleqeya wezaret dadê bi dadê tune ye’

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî ev tişt anî ziman: “Binpêkirina mafan a li girtîgehan bi tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye. Girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. Lê desthilatdarî li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng e. Tu eleqeya Wezareta Dadê bi dadê tune ye. Em niha muxataban nabînin. Divê hikûmeta AKP’ê bersivê bide daxwazên me û girtiyan. Divê desthilatarî guh bide daxwazên girtiyan. Ji bo li Tirkiyeyê aramî û aştî pêk were divê daxwazên girtiyan bê qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe. Lê aliyên şer masa çareseriyê xera kirin. Ji ber ku dixwazin ranta şer bixwin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwest bi rêya şer siyasetê bike û xwe bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê mafê Birêz Ocalan ên hiqûqî û zagonî ji destên wî girtin. Dixwazin di aliyê hiqûqî û siyasî de destê Ocalan girê bidin. Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin. Ev desthilatdar her tiştê xwe li ser şer ava dike. Em ê bêtir dengê girtiyan bidin bihîstin. Divê desthilatdariya AKP’ê van daxwazan bibersivîne û gavan bavêje.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar