Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Berxwedana me bi serkeftinê dê tacîdar bibe’

Li Wanê di roja 42’yemîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin ku AKP-MHP’ê vîna gelê kurd xesp kiriye û heqaret lê kiriye. Çalakvanan destnîşan kir ku dê berxwedana gelê kurd jî li dijî vê zilmê bidome û serkeftin dê bibe para wan

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo protestokirina tayînkirina qeyûman dabû destpêkirin didome. Di roja 42’yemîn de li Wanê bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan, Mûrat Sarisaç û Mensûr Işik, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê û endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan li ber avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Ne rêvebirina qeyûm, vîna gel’ hate vekirin.

Di çalakiyê de hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede daxuyanî da. Dede diyar kir ku dê li dijî bêhiqûqiyê heta dawiyê li berxwe bidin û bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku li gel wan têbikoşin. Dede got ku tayînkirina qeyûman mijareke ji rêzê nîne û wiha dom kir: “Bi vê polîtîkayê re hikûmetê welat têk bir. Tifaqa AKP û MHP’ê bi polîtîkayên xwe Tirkiyeyê ber bi aloziyeke kûr ve dibe. Welat di hêla aborî, tenduristî û perwerdeyê de li ber têkçûnê ye. Yên ku me ji ber zarokên li Roboskê hatine qetilkirin weke ‘terorîst’ nîşan didin, di axaftinên li NY’yê de wêneyên Alan Kurdî nîşan didin û pirsa ‘Ma wijdana we nîne?’ dikin.”

Qedexekirina gotina strana bi kurdî

Dede bal kişand ser bûyera li Êlihê û wiha got: “Li Elihê hûnermendê bi navê Dodan xwest ku straneke kurdî bibêje. Lê polîsan asteng kir. Li dijî zimanê kurdî bêtehemûlî heye. Mixabin li vê erdnîgariyê kurdî hê jî qedexe ye. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku piştgiriyê bidin me û em bi hev re li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.”

‘Serkeftin a me ye’

Li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê yên Geverê jî Naciye Îke jî axivî û wiha got: “Dê berxwedana me bi serkeftinê tacîdar bibe. Ez li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê berxwedana we silav û pîroz dikim. Ji bo ku em ji berxwedana we re bibîn deng em li vir in. Em bang li hemû mirovên bi rûmet û bişeref dikin ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Bi tayînkirina qeyûman re heqeret li vîna me kirin. Şaredarî encama ked û vîna me bû. Vîna me xesp kirin. Ev zilm dê heta kengî bidome? Bila her kes bizane ku serkeftin a me ye?”

Girsê piştî axaftinan çalakiya rûniştinê li dar xist û piştre bi dirûşman belav bû. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar