Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Berxwedana me sûdê ji Rêber Apo û şehîdan digire’

Şoreşger û berxwedêrên azadiya Kurdistanê bi berxwedanê rê nadin artêşa tirk a dagirker. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi berxwedaniya xwe derbên giran li dijmiin dixin û rê nadin dagirker bêhnê jî bistîne.

Gerîlayên YJA Starê yên li Metînayê li ber xwe didin, li ser şer ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Xunda Kobanê anî ziman ku li qadên Tepê Ortê û Çarçel yên Metînayê, hevrêyên wê berxwedaneke mezin dikin û got: “Em hêzên YJA Star û HPG’ê li dijî dijmin şerekî mezin dikin. Dewleta tirk a dagirker li gel teknîka xwe ya şer jî li hemberî me nikare bi ser bikeve. Em hêzên gerîla, derbên mezin li dagirkeran dixin. Em ê berxwedana xwe bigihînin asta herî bilind. Berxwedana me sûdê ji Rêber Apo û hevrêyên me yên di oxira azadiyê de şehîd bûne, werdigire. Dewleta tirk wê li her bihusta Kurdistanê ya ku dagir kiriye li hêzên gerîla rast bê.

Parastina xaka Kurdistanê ne tenê wezîfeya gerîla ye, wezîfeya tevahiya gelê kurd e. Ji ber ku ev pêvajo pêvajoyeke wijdanî ye, ji bo her kesî derbasdar e. Û divê her kes di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabe. Girîng e gelê Kurdistanê bi vê zanibe, hêzên gerîla ji bo azadiya gelê kurd pêk bînin, li ber xwe didin. Eger em gel û gerîla bi hev re têbikoşin wê dewleta tirk a dagirker têk biçe. Em gerîlayên YJA Starê ji bo azadiya gelê xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û azadiya gelê xwe misoger bikin.”

Gerîlaya YJA Starê Silav Firat jî li ser berxwedana li Metînayê wiha axivî: “Bi taktîkên gerîla yên profesyonel em li dijmin dixin. Em gerîlayên YJA Star û HPG’ê em ê dagirkeran li qadên berxwedanê yên Metînayê bifetisînin. Bi hêza îrade û wêrekiyê ya ku me ji Rêber Apo wergirtine, em ê operasyona dewleta tirk a dagirker bişkînin. Ji xwe weke ku tê zanîn dagirker bi giranî êrîşî qadên berxwedanê yên Metînayê dikin. Li hemberî vê yekê jî hevrêyên me bi hêza îradeyeke mezin derbên giran li dijmin dixin. Çi dibe bila bibe ji berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran em ê tawîzê nedin. Dagirker wê li hemberî berxwedana li Metînayê bişkên. Em ê nehêlin ku dagirker pê li xaka Kurdistanê bikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û serketinê misoger bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar