Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.
Xelkê wargehê 12 rojin şev û roj di nava berxwedanê dene, 12 rojin leşkerên Iraqê bi israre û her roj hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike.
Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê doh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobedê girtin û heya niha ev berxwedanî dewam dike.