Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Berxwedana mezin û bêçaretiya faşîzmê

Hemleya têkbirina faşîzme û berxwedana li dijî şer mezin dibe. Di çarçoveya vê hemleyê de bûyerên girîng çêdibin. Li Başûr tevî piştgiriya PDK’ê jî êrişa dagirkeriyê rastî berxwedanê hat û xitimî. Li Şengalê dagirkerî li îradeya gel aliqî.

Ber bi baharê ve kifş bû ku gelê kurd êrişa nas nake. Bi hêz û kevneşopiya berxwedêr a Newrozê, asta têkoşîna gelê kurd careke din derket holê. Peyama azadiyê gelek zelal da yar û neyaran. Li welat li gelek deverên Kurdistanê û derveyî welat berxwedan û çalakiyên girseyî dewam dikin. Li Rojavayê Kurdistanê hêzen azadî û demokrasiyê dawî li tarîtiya DAIŞ´ê û piştevanên wê anîbû, neha tevî hemû êrişan Şoreşa Rojava diparêzin û serfiraziya xwe diyarî tevahiya mirovahiyê dikin. Bi kurtasî biqasî asta têkoşînê mezin dibe, encamên wê jî ew qasî şênber dibin.

Li aliyê din êrişên li hemberî têkoşîn û hemleya azadiyê jî dewam dikin. Bi taybetî îro peşengiya şer û êrişên li hemberî gelê kurd ji hêla desthiladariya  MHP-AKP’ê ve tê kirin. Bi taybetî van çend salên dawiyê lez dane vî şerî. Hemû hêza eskerî, aborî, siyasî û dîplomatîk a dewletê bi armanca têkbirina têkoşîna azadiya gelê kurd bi kar tînin. Tekane armanca wan ew e ku gelê kurd di sedsala pêşiya me de wekî kole, di bin destê xwe de bigirin. Bes dewran ne dewrana sedsal berê ye. Gelê kurd di asta herî jor de gihiştiye hişmendiya neteweya demokratîk.

Ligel hemû êrişên îqtîdara MHP-AKP’ê gelê kurd berxwedana xwe ranewestandiye û di encama vê têkoşîna bi israr de faşîzm bi bin ketiye. Ne tenê îqtîdara MHP-AKP’ê her wiha di şexsê wan de zora îdeolojiya fermî ya dewleta tirk a îmha û înkara gele kurd jî hatiye birin. Tu  derfeta domandina îmha û înkara gelê kurd di destê vê îqtîdarê û dewleta tirk de nemaye. Meseleya kurd û Kurdistanê dewletên înkarê derbas kiriye. Li hemberî hêza gelê kurd di nav neçariyeke mezin de ne. Rastiya “li Rojhilata Navîn kî li dijî kurdan şer bike, dê winda bike” careke din bi hemû zelaliya xwe di rastiya îqtîdara MHP-AKP’ê de xuya bûye.

Îro di hundir de qeyrana Tirkiyeyê ya aborî, siyasî û eskerî encama şerê li hemberî gelê kurd e. Her wiha tengijîn û tecrîda li derve jî careke din bingeha xwe ji politikaya îmhakirina gelê kurd digire. Ji ber tengijîna xwe êdî gotineke wan a din nagire. Bi gefa, “Me hemû qedandin” dest bi axaftina xwe dikin. Lê êdî du gotinên wan hev nagirin.

Li hemberî têkoşînê bêhn li wan çikiyaye û bi awayekî bêhiş diaxivin. Jiber vê bêhişiyê heta têkçûnê dê êrişên xwe bidomînin. Di encama van êrişan de civak zehmetî û êşan jî dikişine. Ev jî rastiyeke têkoşînê ye. Ev têkoşîn nebûya bawer bikin ev eş û zehmetî dê sedqatî bûna. Faşîzm jî dê hartir bûya. Heger îro faşîzm diricife, encama vê têkoşînê ye. Bi bilindkirina têkoşînê, dawiya faşîmê dê zûtir bê. Bêtêkoşînî jî faşîzm, êş û zehmetiyan zêde dike.

Ji bo ku di zûtirîn demê de faşîm têk biçe, tişta lezgîn bê kirin li her derê piştgiriya berxwedêr û hevkariya têkoşîna azadiyê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar