Hebûna keleha Dêrsimê kula dilê wan bû
Piştî serhildana Şêx Seîd herêma Amed’ê, piştî serhildana Agirî herêma Serhedê hatibûn dagirkirin çewisandin û teslîm girtin. Dewleta tirk dizanî ku hetanî kelheya Dêrsimê li ser linga be û hebûna xwe biparêze dê nekaribe dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê tekûz û mayınde bike. Lewre piştî wan serhildanan dewleta tirk bi temamî bala xwe dide ser herêma Dêrsimê.
Di pêvajoya çewisandina serhildanên Agirî û Oremarê de serokê fermandariya artêşa tirk ê giştî Fevzî Çakmak yek bi yek li bajarên Kurdistanê geriya û der barê rewşa Kurdistanê ya giştî de nûsafek amade kir û pêşkêşî wezareta karên hundir kir.
Plansaziya tunekirina civaka kurd tê amadekirin
Di rastiya xwe de armanca vê gerê amade kirina plansaziya li dijî kelha ya dawîn a hebûna nasname û çanda kurd ku li Dêrsimê ser lingan ma bû. Kurdan di rêze berxwedanên xwe de derbeyên giran xwaribûn û herêm bi herêm hatibûn çewisandin. Êdî dor hatibû herêma Dêrsimê. Piştî çewisandina herêman bi hêsanî karibûn bi ser Dêrsimê ve herin û kêlha dawin jî li gorî dilê xwe dagir bikin û bi çewisînin. Lê Dêrsim nedişibiya heremên din. Hinek taybetmendiyên wê yên cuda hebûn. Lewre hewcedarî bi plansaziyeke xurt û dorfireh hebû. Di nava plansaziya wan a dorfireh de çewisandin û tunekirina bermahiyên serhildanên Koçgirî û Koçanê û çewisandina eşîrên Pilemûrê hebû.
Feyzî Çakmak di nûsafa xwe ya bi dîroka 18’ê Îlona sala 1930’î de li gorî xwe hinek tespîtên balkêş dike. Ev nusaf siyaseta dewleta tirk a fermî ya li dijî kurd û Kurdisatnê ji me re vedibêje. Ji bo ravekirina polîtîkayên dewleta tirk ên ku di asta herî bilind de li ser kurdan dihatin meşandin de belgeyeke gelek girîng û dîrokiye.
Di nûsafa Fevzî Çakmak de ev tespît hebûn:
“1- Min di lêkolînên xwe yên li bajarê Erzînganê de dît ku gundên Aşkirîk, Gurk, Hayî û Dagbeg ziyaneke mezin didin aboriya heremê û aramiya heremê xerab dikin. Hewce ye bi awayekî lezgîn li herêmê plansaziya tedîp û tenkîlê bikeve meriyetê…
Ji ber vê yekê hewceye bi awayeke lezgînî dayîna bac, girtina ciwanan a leşkeriyê û teslîm kirina cekên dest wan li ser wan gundan were ferzkirin. Heke ji wan gundên kurdên bê rû bersiveke ne erênî were ji bo pêkanîna serweriya dewletê hewceye bi yekîneyeke hewayî ew gund bên wêrankirin.
2- Di navenda Erzînganê de nêzîkî 10 hezarî serjimara kurd heye. Ev kurd bi hêza çanda elewîtiyê li derûdora xwe kurdîtî belav dikin û hewl didin gundên tirk ên li derûdorên xwe bikin kurd. Heke wisa dewam bike fikara min ew e ku demek şûnde hemû erdnîgariya Erzîngan bibe kurd. Gelek gundiyên ku bi eslê xwe tirkin di bin bandora çanda elewî ya kurd de dimînin, dest ji tirkbûna xwe û zimanê xwe yê tirkî berdidin û dibin kurd.
Gundên ku bi taybet ji van kiryaran re xizmetê dikin Rûsray, Mitnî, Şincixî, Kurd Kendî û Kelarîk hewce ye demildest werin tasfiyekirin. Ji wan hinekan em bişînin herema Trakyayê û hinek serok û pêşeng û rêbarên wan jî em li navenda bajêr bi cih bikin û bila di bin çavdêriya polîs de jiyana xwe berdewam bikin. Ji bo ku gundên elewiyên tirk bi zimanê xwe yê tirkî biaxivin û tirkî li heremê xurt bibe pêwistî bi bergîrên gelek girîng hene.
3- Wekî ku tê zanîn di bajêrên vê herêmê de hinek karmend kurd in. Mînak; dadgerê lêpirsinê yê Erzînganê Şevkî Efendî ji Pilemûrî ye û kurde e. Hatiye tespîtkirin ku kurdan diparêze û bişev li mala xwe civînan pêk tîne. Bi çi awayî dibe bila bibe hewceye ev kes û karmendên wekî wî demildest ji heremê werin derxistin û derbarê wan de hinek biryar werin dayin.
4- Di nava van mijarên ku min anîne ziman de xala herî girîng ewe ku gundên bi nasnameya xwe kurdî tên nasîn demildest werin wêrankirin û karmendên kurd ji heremê werin dûr xistine.
Ji bo ku bergîrên girîng û pêwîst bên girtin, ez van pêşniyazan pêşkêşî hikûmetê dikim…”
Fevzî Çakmak Nusafa duyemîn amade dike
Ev nusaf têrî Feyzî Çakmak nake. Di 20’ê îlona 1930’î de nusafa duyemîn pêşkêşî wezareta karên hundirîn dike. Ji ber ku ev nusaf wekî berdewama nusafa berê ye ez dixwazim tenê beşên wê yên girîng bi we re parve bikim.
Feyzî Çakmak di nusafa xwe ya duyemîn de wiha dibêje;
“Dema ku ez ji Erzînganê ber bi Erzeromê ve dihatim min bi gundiyên tirk ên ku li ser rê civiyabûn re hevdîtin pêk anî. Min di vê hevdîtinê de got dê pirsgirêkên vê heremê ji hêla hikûmetê ve ji binîve werin çarserkirin. Meraq nekin dê di demeke nêz de li heremê aramî pêk were. Lê hewceye hûn li gel kar û barên xwe bi hemû hêza xwe piştevaniya hêzên dewletê bikin ku em karibin di plansaziya xwe de biserbikevin. Dê ji Erzeromê çek herin û li tirkên heremê bên belavkirin…”
Nusaf ji hêla hikûmeta Înonu ve tê qebûlkirin
Ev nusafa ku ji pêşniyazên Feyzî Çakmak ve pêk dihat di 8’ê cotmeha sala 1930’î de ji hêla hikûmeta Îsmet Înonu ve hat qebûlkirin û ji hêla lijneya wezîran ve hate erêkirin.
Her du belge hişmendî û polîtîkaya dewleta tirk ya ku tunekirina civaka kurd esas digre bi awayeke zelal vedibêjin. Biryara tunekirina civaka kurd di asta herî jor de, ji hêla ser serfermandariya giştî û hikûmetê ve tê girtin û dikeve meriyetê . Di heman pêvajoyê de teoriyên têza dîroka tirkan a çêkirî û nijadperest jî dikeve rojeva Tirkiyeyê. Ji bo çespîna polîtîkayên dewleta Tirk yên nîjadperset ên salên 1930’î ev belge gelek girîng û dîrokî ne.
Piştî ku pêşniyazên Fevzî Çakmak ji hêla hikûmeta demê ve hatin pejirandin ji bo destpêkirina operasyona leşkerî ya çewisandin û wêrankirina herêma Pîlemûrê di 12’ê cotmeha sala 1930’î de biryarnameyek hat weşandin. Di wê biryarnameyê de ji bo fermandariya operasyona leşkerî mufetîşê artêşa sêyemîn Serkanê Serheng Ruştu Beg tê pêywirdarkirin.
Armanc tasfiyekirina hebûna civaka kurd e
Di encama nîqaşên gelek dorfireh de biryar hat dayîn ku di roja 24’ê cotmeha sala 1930’î de êrîşa ser Pîlemûrê dest pê bike. Dîsa di encama van nîqaşan de biryar hat dayîn ku êrîş tenê bi Pîlemûrê ve bi sînor nemîne. Êşîrên Heyderan û Abasan ku diketin nav sînorên navçeya Qislê jî di hedefa operasyonê de bûn. Xeynî wan eşîran eşîrên ku alîkarî û piştgiriya wan bikin dê hemû bibin hedefên êrîşên artêşa tirk.
Erdnîgariya Pilemûrê û heremên der û dor ji çiyayên gelek asê pêk tên. Kurdên heremê bi saya wan çiyayên asê her tim li dijî êrîşan xwe parastine û li ber tû hêzî çong dananine û ji jiyana xwe ya xweser tawîz nedane. Ev rewş piştî avabûna komara tirk a nû jî neguherî. Serweriya komara nû li herêma Dêrsimê pêk nehatibû û xweseriya wan dewam dikir. Herêma Dêrsimê li gel hemû zext û zordariyan otorîteya komara nû qebûl nedikir, bi çanda xwe, bi zimanê xwe û bi formata jiyana xwe ya xweser a civakî ve girêdayî wekî kelheyeke azadiyê li berxwe dida. Ev yek wekî kuleke giran di dilê rayedarên komara nû de rûniştibû. Lewre dagirkirin, çewisandin û teslîm girtina vê heremê ji bo rayedarên komara tirk xaleke girîng û sereke bû. Ji bo dagirkerî û serweriya xwe ya li Kurdistanê tekûz bikin pêwistî bi zeft kirina Dêrsimê hebû. Sedema bingehîn a êrîşa Pilemûrê ev bû. Yên din hemû teroiyên komara tirk ên meşrûkirina operasyonê ne.
Ji xwe di nûsafên Feyzî Çakmak û plansaziya fermandariya baska artêşê ya 9’emîn de ev yek bi awayekî zelal hatibû diyarkirin. Dihat gotin ku “biçin ji gundiyan çek bixwazin, bac û leşker bixwazin, heke nedan wan bikujin, gundên wan talan û wêran bikin”
Piştî ku ev biryarname ket pratîkê hemû daxwazên dewleta tirk ji hêla gel ve bi erênî bi hatina bersivandin jî dê encam neguheriya. Armanca dewleta tirk a bingehîn di her şert û mercî de tasfiyekirina civaka kurd û tekûzkirina serweriya xwe ya li Kurdistanê bû. Helwesta gundiyan dê encam neguherta. Lewre bersîva gundiyan ji bo wan qet negiring û bê wate bû. Qet li benda bersîva gundiyan nesekinîn. Gund û eşîrên ku hatibûn diyarkirin yek bi yek dihatin tasfiyekirin û gundiyên kurd ji qirkirinê dihatin derbaskirin.
Di 24’ê cotmehê de dest bi operasyonê kirin
Di 24’ê cotmehê de li dijî herêma Pilemûrê êrîşan dest pê kir. Artêşa tirk di 28’ê cotmehê de di xeta herêma Harsî de bi cih bû. Di berbanga rojê de gundên Aga Ateş, Hesen Elî û Alsanê bi bombedûmana balafirên şer wêran kirin. Di heman rojê de piştî nîvroyê gundên Aşkîrek û Kûrkê jî bi heman aqûbetê re rû bi rû man û dûxan bi ser wan jî ket.
Herêmên ku dê leşkerên tirk pê de herin berê ji hela balafirên şer ve dihatin bombedûmankirin, piştî bombadûmanê leşkerên tirk diçû û têde bi cih dibû. Bi wî awayî herem gav bi gav dihat bombedûmankirin û leşker jî gav bi gav têde dihat bi cihkirin.
Xwezaya Dêrsimê ya qedîm destûr nedida artêşa tirk demeke dirêj operasyona xwe bidomîne. Şert û mercên erdnîgariyê ji hêla xwarinê ve û ji hêla westandinê ve bandoreke neerênî li artêşa tirk dikir. Lewre artêşa tirk hewl dida çend rojan de encam bigre û vegere.
Wekî her carî dîsa berê xwe dan çiyayên qedîm
Kurdan di serî de hewl dan ku malbatên xwe biparêzin. Jin, zarok û extiyarên xwe girtin û di nava şikeftên asê yên çiyayên Dêrsimê de xwe veşartin. Çiyayên qedîm derfet nedidan leşkerên tirk bi hêsanî êrîş bibin ser wan, wekî her carî dîsa çiyayên qedîm bibûn parazgehên wan.
Ji ber ku kurd bi salane bi êrîşên wiha re rûbirû mabûn kêm zêde bi taktîk û rêbazên şerên êrîşkaran dizaniyan. Bi vê zanebûnê li derûdorê gundê Kûrkê bi berxwedaneke xurt bersiv dan artêşa tirk. Destûr nedan leşkerên tirk pêşve biçin. Piştî ku artêşa tirk dît nekare pêşve here paşve vekişiya Pilemûrê. Ji ber berxwedan kurd ev milê êrîşê biserneket. Lê hêza bingehîn a êrîşê eniya ku waliyê Xarpêtê jêre pêşengî dikir bû.
Tirs û fikara dewleta tirk hevgirtina eşîran bû
Waliyê Xarpetê Fahrî Beg di 24’ê cotmehê de hatibû navçeya Qislê. Piştî hat navçeyê ji bo tirs û xofa komkujiyê li heremê belav bike ji serok eşîran re peyamek şand. Gelek serokeşîrên kurdan jiber tirs û fikaran çûn gel waliyê Xarpetê xwestin operasyon were rawestandin. Gotin; “heke operasyon raweste emê serhildêran yek bi yek biqefêlin û radestê dewletê bikin û heke pêwistî pê hebe ji bo destgîrkirina serhildêran emê alikariya hêzen dewletê bikin.” Di heman demî de eşîrên Pilûrê diyar kirin ku baca ku tê xwestin dê bidin. Di nava kesên ku ji bo diyarkirina dilsoziya xwe ya bi dewletê re hatibûn gel waliyê Xarpêtê Fahrî Beg de Kamber Axa û Xidir Axayê Heyderanî jî hebûn.
Ji bo dewleta trik xetere ya herî mezin ew bû ku eşîrên Pilemûrî bi eşîra Heyderan û eşîrên Pilûrê re bibin yek. Heke ev yekitî û hevgirtin pêk bihayata dê hêjmara eşîrên serhildêr gelek zêde bibûya û dê serhildan li heremeke dorfireh belav bibûya û serketin dewleta tirk dê nepêkan bibûya an jî dê gelek zehmet bibûya. Helwesta van eşîran ev xetere ji holê rakiribû û karê waliyê Xarpetê hêsantir kiribû. Rayedarên tirk dizanî ku ev dilsozî ne ji dil e û ji ber tirs û fikaran pêk hatiye. Lê heta ku operasyona wan li Pilemûrê dewam dikir nedixwestin bikevin nava van kite kitan.
Fevzî Çakmak bi xwe tevilê operasyonê dibe
Berxwedana kurd a ku hemû êrîşên wan vala derdixist plansaziya wan jî serûbino kiribû. Piştî ku operasyona wan li gorî dilê wan bi awaeyeke serketî nemeşiya Serfermandarê gîştî Fevzî Çakmak bi xwe tevlî pêvajoyê bû. Serheng Ruştu yê ku ji bo fermandariya operasyona li dijî Pilemûrê hatibû peywirdarkirin serkeftineke li gorî dilê wan bidest nexistibû. Serheng Ruştu Beg ji hêla Fevzî Çakmak ve ji peywirê hat girtin. Di şûna wî de general Omer Halîs hat peywirdarkirin. Her wiha ji bo teqwiyeyê fermana sewqkirina yekîneyên leşkerên nû ya heremê da.
Li gorî plansaziya nû biryar hat dayin ku pêngava duyemîn di bin fermandariya general Omer Halîs de di 10’ê mijdarê de dest pê bike. Di destpêka pêngava duyemîn de artêşa tirk berê xwe da herêmên Kûrk, Danzik û Hûtê û li cihên stratejîk ên herêmê bi cih bû. Herêma stratejîk a di navbera Karacakale û Kûrkê de hat girtin û fîloya balafirên şer ji bo êrîşeke hewayî hat amadekirin.
Di pêngava duyemîn de jî nekarîn berxwedan kurd bişikînin
Li gel van bergirên ku hatin girtin jî artêşa tirk dîsa jî nekarî zêde pêşve biçe. Ne bombebarana balafiran, ne jî êrîşên hêzên bejahî nikaribûn berxwedana kurd bişikînin. Di pevçûnên dijwar ên ku li derdora gundên Dagbey û Hûtê hatin jiyîn de wendahiyên herdu aliyan jî gelek zêde çêbûn. Artêşa tirk neçar ma paşve vekişe. Kurdan erdnîgariya xwe kevir bi kevir, dar bi dar nas dikirin û li herema xwe bûbûn hêzeke girîng. Bi saya erdngariya xwe ya asê bi sedan sal kurdan axa xwe parastibûn û li dijî erîşên dewleta tirk jî diparastin.
Hemû hêz û teknîka artêşê ji bo qirkirna kurd bikar anîn
Her ku êrişên artêşa tirk bê encam diman hêrs û kerba dilê wan zêdetir dibû. Artêşa tirk bi biryar da ku di 14’ê berfanbarê de êrîşeke dijwartir bide destpêkirin. Artêşa tirk di 14’ê berfanbarê de bi hêzeke mezin û bi teknîka xwe ya herî xurt dest bi êrşeke dijwar kir. Di wê êrîşa xwe de tu pîvan û exlaq nasnekirin. Hemû gundên herêma serhildanê wêran kirin û kurdên heremê yên ku ketin dest wan hemû qir kirin. Bi kurtahî heremê ji kurdan paqij kirin.
Dilsoziya bi dewletê re ew ji qirkirinê rizgar nekirin
Piştî fermandarê milê operasyonê yê li navçeya Qislê waliyê Xarpetê dît ku operasyona Pilemûrê bi serketiye û kurdên wêderê hatine eciqandin wî jî dest bi operasyonê kir. Êrîş bir ser eşîrên ku qaşo ji bo ku xwe ji qirkirinê rizgar bikin hatibûn gel wî û dilsoziya xwe ya bi dewletê re diyarkiribûn.
Di hedefa operasyonên wî de êşîrên Bal uşagi, Lolan, Ebasan, Heyderan û Dekanên Mazgêrdê hebûn. Wî jî wekê yên din di êrîşên xwe de tu pîvan nasnekir. Gundên ku leşkerên tirk gihîşt wan tevahî şewitandin û gundiyên ku ketin destên wan tev qetil kirin.
Kurdên ku xwe spartina çiya û şikeftan xelas bûn
Ji ber zivistanê asêbûna xwezayê nekarîn operasyona xwe demeke dirêj bidomînin. Kurdên ku xwe di çiya û şikeftan de veşartibûn ji mirinê rizgar bûn. Lê gel vê yekê jî eşîrên girîng ên wekî Heyderan û Ebbasan ku dilsoziya xwe ragihandibûn û li dijî êrîşa Pilemûrê bê helwest mabûn derbeyên giran xwarin bûn.
Piştî serhildana Şêx Seîd herêma Amedê, piştî serhildana Agirî herêma Serhedê bi temamî hatibû dagirkirin û çewisandin. Li Pilemûrê serhildan tune bû lê plansaziya dagirkirin û çewisandina kurd û Kurdistanê di meriyetê de bû. Li dijî dagirkirin, çewisandin û qirkirina dewleta tirk berxwedana kurd hebû… (Didome)