Bi hinceta serhildanan bi dehhezaran kurd qir kirin
Di navbera salên 1925 –1930’an de bi hinceta serhildanan bi dehhezaran kurd hatin qetilkirin. Bi sed hezaran kurd ji Kurdistanê hatin derxistin û mişextê bajarên tirkan kirin. Sefîrê Ingilistanê Sîr George Clerk di nusafa xwe ya sala 1927’an de dibêje kurdên ku hatin mişextkirin ji 200 hezarî zêdetirin. Ev tenê yên pêvajoya serhildana Şêx Seîd in. 3 salên piştî wî nusafê bi êrîş û berxwdanên kurdan û bi trajediyên mezin ve dagirtî ne. Lewre hêjmar ji nusafa Clerk gelek zêdetir e.
Çavkaniyên dewletê heqîqetan nanivîsînin
Bêguman çavkaniyên dewletê rastiyan venabêjin. Der barê kurdan de nivîsandina heqîqetan her tim qedexe bû. Dema ku mijar kurd be nirx û rûmetên çapemeniyê tên jibîrkirin. Ker, kor û lal dibin. An jî bi dilxwazî dibin parçeyeke şer. Nûçe û şîroveyên ku di çapemeniya tirk de cih digirtin li gorî nêrîn û daxwaza rayedarên dewletê dihatin amadekirin.
Nezanîna heqîqetan trajediyeke mezin e
Mixabin derfetên kurdan a nivîsandina heqîqetan jî tune bû ku sosret û bobelatên ku bi serê wan de hatine binivîsînin. Ev jî hînbûna me ya heqîqetan asteng dike. Em nikarin bi awayeke zelal hîn bibin ku çend hezar kes hatine qetilkirin û çend hezar kes hatin mişextkirin. Trajediya civaka kurd a herî mezin yek jî eve.
Êrîşên li dijî civaka kurd tenê leşkerî nebûn
Dewleta tirk di wê pêvajoyê de tenê êrîşên leşkerî pêk neanîn. Di heman demê de li gel plansaziyên leşkerî gelek plansaziyên xwe yên hiqûqî, aborî û bîrdoziyê jî xistibûn meriyetê.
Piştî Serhildana Agiriyê rojnameya Milliyetê di navbera Çiyayê Agirî yê mezin û yê biçûk de wêneyeke tirbê çêkiribû û li ser dinivîsand “Kurdistana azad li vir hatiye binerdkirin.”
Wekî ku di wî wêneyî de jî xuya dike armanca dewleta tirk ne tenê têkbirin û tunekirina serhildêrên kurd bû. Armanc tunekirina vîna kurdê azad bû, armanc tunekirina xeyala Kurdistana azad bû, armanc tunekirina nasnameya kurd bû, armanc tunekirina hebûna civaka kurd û navê Kurdistanê bi xwe bû.
Armanc tunekirina civaka kurd bû
Di 4’ê çileya sala 1927’an de wezîrê karê derve yê tirk Tevfîk Ruştu Saraçoglu wiha dibêje: “Civaka kurd civakeke gelek paşve mayî ye, ji hêla hişmendiyê ve, ji hêla çand û hunerê ve nekarîn bi civaka tirk a pêşketî û polîtîk re di nava hevsengiyê de bijîn. Dê hinek ji wan herin Îran û Iraqê û yên mayî jî dê di nava civaka tirk a pêşketî de bihelin û tune bibin” Ev gotinên Tevfîk Ruştu nêrîn, armanc û daxwaza dewleta tirk bi xwe ye.
Înkar û tunekirin bi makeqanûna 1924’an dest pê dike
Piştî ku di makezagona 1924’an de zimanê tirkî yekane zimanê fermî hat qebûlkirin, înkar û tunekirina civaka kurd jî dest pê dike. Ji bo tunekirina çand, ziman û nasnameya kurd gelek zagon tên derxistin.
Di sala 1926’an de zagona 805’an di qada aboriyê de xeynî zimanê tirkî zimanên din hemû tên qedexekirin. Armanc ew e ku ji zimanê kurdî re qada jiyanê neyê hiştin bû. Di dibistanan de, di dadgehan de, di nexweşxaneyan de, di hemû qadên fermî yên dewletê de kurdî hatibû qedexekirin. Piştî vê zagonê kurd êdî nekaribûn di qada aboriyê de jî zimanê xwe bikar bînin.
Serê peyvê 5 quriş ceza li kurdan birîn
Ev qedexe dibe sedem ku kurd di bazaran de nekaribin bi zimanê xwe şîr, mast û dewê xwe jî bifiroşin. Serê peyvê 5 quriş ceza li wan tê birîn. Di wê serdemê de bihayê bizinekî 20-25 qurişî ye.
Dewleta tirk dizanî ku stûna hebûna civakan zimane. Çand, dîrok, nasname û hebûna civakan di zimanê civakan de veşartîne. Heke ziman bêrûmet û tune bibe dê civak jî bi hêsanî tune bibe. Lewre tunebûna zimanê kurdî dihat wateya tunebûna civaka kurd.
Dixwestin Kurdistan bikin tirkistan
Ji bo rayedarên dewleta tirk xala sereke ew bû ku Kurdistanê bikin tirkistan. Ji bo wê jî hewce bû civaka kurd tune bûbûya. Ji bo tunekirinê jî hemû rê û rêbazên bepîvan û bêexlaq rewa bûn. An dê kurdan tunekirina xwe qebûl bikira û gav bi gav bi awayeke bêrûmet hêdî hêdî bimrana, yan jî dê li berxwe bidana û di rêya azadiyê de bi awayeke birûmet jiyana xwe ji dest bidana.
Tifaqa Hîtler û Mûsolînî û hişmendiya Îttîhat Terakî pêk tê
Dewleta tirk hişmendiya Îttîhat Terakî ya nîjadperest û qirker esas girtibû. Pergala dewletê li gorî hişmendiya yek zimanî, yek çandî û yek netewî dihate avakirin. Konjoktura cîhanî jî ji bo wan guncav bû. Li Ewropayê jî heman hişmendî ya nîjadperest di bin pêşengiya kesên wekî Hîtler û Mûsolînî de pêş diket. Di nava hevkariyê de bûn. Hêz û sûd ji hevûdu digirtin.
Mînak; di 1’ê adara 1926’an de qanûna cezayê ya ku hikûmeta Mûsolînî ya faşîst ji bo xurtkirina faşîzma xwe derxistibû, beyî ku guhertin tê de be kirin wergerandin tirkî û di meclisa Tirkiyeyê de hate qebûlkirin.
Di salên dawîn ên serdema Osmanî de ji hêla Îttîhat Terakî ve ji bo mişextkirina kurdan qanûnek hatibû derxistin. 12 xalên wê qanûnê hebûn. Li gorî wê qanûnê dê kurd qefle bi qefle ji Kurdistanê bihatina koçberkirin û li bajarên Tirkiyeyê bihatina belavkirin. Cihê ku lê bên bi cih kirin jî hewcebû serjimara wan ji sedî 5 derbas nebûya.
Komara nû bi hişmendiya Îttîhat Terakî ve girêdayî ma
Di serdama komara nû de jî gelek qanûnên wekî qanûnên Îttîhat Terakî hatin derxistin. Ji wan qanûnên faşîst ên herî girîng yek jî jê Qanûna Îskanê ya jimar 2510 a ku di sala 1934’an de hatiye derxistin bû.
Ez dixwazim bala we bikişînim ser çend xalên wê qanûnê;
Xal- 9 – Civakên ne tirk ên ku li Tirkiyeyê û ne girêdayî çanda tirk dijîn, hewceye ku kom bi kom li bajar, gund û navçeyên ku çanda tirk têde xurte bên belavkirin û bicihkirin…
Xal -11-a – Yên ku bi zimanê tirkî nizanin nikarin ji xwe re gund û taxên nû ava bikin, komên çand û hunerê ava bikin û hunera xwe hînî endamên civaka xwe bikin…
Xal- 11-b – Yên ku bi ziman û çanda tirkî nizanin û najîn di çarçoveya plansaziyên leşkerî, çandî û ewlehiyê de kom bi kom dê ji cih û warên xwe werin dûrxistin…
Dema ku qanûnan têr nedikir biryarname diketin meriyetê
Li gel derxistina qanûnan bi giştînameyan jî heman siyaset dihat şopandin û biryarên ku dihatin girtin bi gîştînameyan diketin meriyetê.
Giştînameya ku wezîrê karê hundir yê wê demê ji waliyên heremê re dinivîse mînakeke herî girîng e. Ji bo fêmkirinê ez dixwazim xalekî ji wê giştînameya ku li ser dinivîse ‘taybete û veşarî ye’ bi we re parve bikim;
Xal-3- Bi taybet hewce ye em di nava jinan de ango dinava dayikan de axaftina bi zimanê tirkî teşwîq bikin. Em zewaca keçikên tirk a bi gundên ne tirk re teşwîq bikin. Jinên gundî yên ku tirkî nizanin em koçberî bajaran bikin û wekî xizmetkar di malên tirkperestan de bi cih bikin.
Xeynî bergîrên siyasî yên civakî û polîtîk hinek bergîrên din jî dihatin girtin. Di hezîrana sala 1929’an de qanûnek derxistin ku hemû mal û milkê axayan li gundiyan were parvekirin.
Di qirkirina spî de rola sereke ya Ocaxên Tirk e
Ocaxên tirk ên ku di sala 1912’an de di xeta Turkîzma Ziya Gokalpte hatibûn damezirandin di serdema komara nû de bi piştgiriya dewletê hêjmara wan gelek zêde bû. Yekane armanca wan tunekirina çand û zimanê kurdî bû. Û pêve girêdayî bi hemû cureyên rê û rêbazên pişaftinê tirkkirina kurdan bû. Di dibistanan de, di pirtûkxaneyan de, di navendên hemû saziyên dewletê de ji hîndekariya xwendin û nivîsandina zimanê tirkî re xizmet dikirin. Tenê xizmet nedikirin, xwendin û nivîsandina bi zimanê tirkî li ser hemû kesî ferz dikirin. Di encamê de piştî sala 1927’an kampanyayên ‘Welatî tirkî bi axive’ dest pê kirin û axaftina kurdî qedexe kirin.
Encamên qirkirina spî piştî salên 1930’an derketin holê
Piştî salên 1930’an encamên siyaseta taybet û xebatên pişaftinê yên Ocaxên Tirk li gelek bajarên Kurdistanê derketin holê. Li bajarên wekî Riha, Dîlok, Gurgum, Erzîngan û Meletiyê tirkperestî pêşket. Ev bajarên Kurdistanê bûn navendên nîjadperestiya tirk. Nîjadperestiya tirk ewqasî pêş ket ku beşek kurdên van bajaran nasnameya xwe ya kurd red kirin û gotin em tirk in.
Piştî ku Ataturk dît Ocaxên Tirk zêde bi hêz bûn û ji kontrola wî derdikevin di sala 1930’an de biryara girtina wan da. Li şûna wan de Malên Gel hatin vekirin. Dîsa di heman pêvajoyê de Saziya Ziman û Dîroka Tirk hate vekirin. Piştî salên 1940’an Enstîtuyên gundan hatin vekirin. Lê armanca wan a sereke neguherî. Armanca hemûyan pişaftin û tirkkirina civaka kurd bû.
Bi qanûnên xwe qirkirina kurdan rewa kirin
Ji bo pêşî li daraz û hesab pirsînên komkujiyên ku li Kurdistanê pêk hatine bigrin piştî Serhildana Agiriyê qanûna bi jimara 1850’an derxistin. Di wê qanûnê de dihat gotin ku ‘tu kes ji kiryarên xwe yên di pêvajoya serhildanan de berpirsyar nayên girtin.’ Bi derxistina wê qanûnê re hemû kiryarên derhiqûqî yên li Kurdistanê pêk dihatin rewa kirin. Ji wê rojê şûnde ji bo berpirsyarên komkujiyan êdî lêpirsîn jî nehatin vekirin û yek kesek jî ji ber sûcên xwe yên li dijî kurdan nehatiye darizandin û nehatiye cezakirin.
Hemû dane hişmendiya ‘înkar û Îmhayê’ vedibêjin
Dema ku mirov pratîka dewleta tirk a sed salan û hemû biryarname û qanûnên ku derxistine bide ber hevûdu hişmendiya dewleta tirk a nîjadperest a li dijî kurdan bi awayeke zelal dibîne.
Ji hêlekê ve operasyonên leşkerî, ji hêlekê ve derxistina van qanûn û biryarnameyên li dijî kurd, ji hêlekê vê pêk hatina kiryarên qirkirina spî hemû naveroka hişmendiya dewleta tirk a ‘înkar û îmhayê’ vedibêjin.
Tenê mafeke kurdan hebû; ‘xulamî û koletî’
Hevokên wezîrê dadê yê wê demê Mahmût Esat Bozkûrt ji bo fêmkirina wê hişmendiyê pêdivî bi şîroveyê nahêlin. Mahmût Esat Bozkûrt di sala 1930’an de di axaftineke xwe de wiha dibêje; “ Dost û dijimin bila guhê xwe bidin min. Li gorî min efendiyên vî welatî tirk in. Yên ku bi eslê xwe ne tirk bin, mafê wan jî di vî welatî de heye. Ew jî tenê xizmetkarî û koletiya ji gele tirk re ye…”
Kurd sed sal li dijî xulamî û koletiyê li berxwe didin
Bi kurt û kurmancî sed sale xizmetkarî û koletî li ser civaka kurd tê ferzkirin. Kurdên ku xizmetkarî û koletiya tirkan qebûl nakin sed sale li berxwe didin û sed sale tên qirkirin.
Îro dewleta tirk êdî bi xizmetkarî û koletiya kurdên Bakur tenê razî nîne, bi êrîşên xwe yên li dijî Rojava û Başûr hewl dide xizmetkarî û koletiyê li ser çar parçeyan û li ser 50 milyon kurdan bidin ferzkirin. Berxwedana kurdan jî cara yekemîn sînor bêwate kirine û li çar parçeyan di asta herî bilind û herî xurt de li berxwe dide. (Dawîn)