Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Berxwedana pîroz a salên 80’yî bi çoşek mezin berdewam dike’

Xebatkara Azadiya Welat Dîlan Oynaş a ku 8 sal şûnde tehliye bû diyar kir ku li girtîgehan li hemberî zextan berxwedan zêde bûye û wiha axivî: “Çawa ku di salên 1980’yî de berxwedaneke mezin hat dayîn, me îro jî bi coşeke mezin wê berxwedana pîroz berdewam kir.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo faşîzma xwe bidomînin rojnameger, siyasetmedr û hunermendan digire. Ji van rojnamegerên ku desthilata faşîst jê ditirsiya yek jê Xebatkara Azadiya Welat Dîlan Oynaş e. rojnameger Oynaş di hezîrana 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin, di 13’ê nîsanê de ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan. Oynaş ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin, tevî ku cezayê wê qediyabû jî di 27’ê nîsana 2022’yan de bi hinceta “rewşa nebaş” nehat berdan. Oynaş ku nêzî 8 salan di girtîgehê de ma, berdana wê 5 caran bi hincetên cuda hat astengkirin.

Rojnameger Oynaş diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Silavkirin, govend û şahiyên Newrozê hemû dibûn sedema cezayên dîsîplînê. Nasnameya me ya kurdewarî qet nehat naskirin. Gelek hevalên me yên divê bên berdan, di girtîgehan de ne. Sedem ji ber ku em kurd in. Ji ber ku em poşmaniya ku ew ferz dikin qebûl nakin, nayên berdan.”

Oynaş diyar kir ku li girtîgehan berxwedanek heye û ev berxwedan 40 sal in dewam dike û wiha domand: “Çawa ku di salên 1980’yî de berxwedaneke mezin hat dayîn, me îro jî bi coşeke mezin wê berxwedana pîroz berdewam kir. Hevalên me hene ku zêdeyî 30 sal in girtî ne. Lê belê ez dixwazim bibêjim ku ew her tim li ber xwe didin.”

Oynaş destnîşan kir ku bi girtinan hatiye xwestin ku dengê çapemeniya azad bê birîn, lê belê berevajî vê li girtîgehan li hemberî zexta berxwedan gurtir bûye.

Oynaş bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li zindanan û boykotkirina serdanên malbatan û telefonê û wiha berdewam kir: “Rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan vîna hemû gelan e, vîna azadiya gelê kurd e. 25 sal in li Îmraliyê bi îşkenceyên hovane re rû bi rû ye. Em tu agahiyê jê nagirin. Ji ber vê yekê em pir mereq dikin. Nêrîna parêzer û malbatên wan tê astengkirin. Di vê pêvajoyê de gaveke nû hat avêtin. Vê pêngavê bi greva birçîbûnê ya dorveger a li zindanan dest pê kir. Hemû heval bi moraleke geş beşdarî vê bûn. Piştre qonaxa nû dest pê kir. Em difikirin ku divê tecrîd ne tenê bê şikandin, divê ji holê jî were rakirin. Em dixwazin azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin. Her wiha, ne tenê li zindanan, li her derê tecrîd heye. Ez jî dixwazim vê yekê destnîşan bikim.”

Oynaş anî ziman ku li girtîgehan hê jî berxwedaneke mezin tê meşandin û got: “Ez berxwedana li zindanan silav dikim. Ez dixwazim berxwedana zindanan bigihê armanca xwe û dibêjim ‘Jin, jiyan, azadî.'”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar