Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji ber salvegera 25’an a komploya 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, gotarek nivîsî û destnîşan kir ku berxwedana îro li Zapê tê kirin xwe dispêre berxwedana Abdullah Ocalan ku li dijî sîstema êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê tê kirin.
Gotara Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:
“Di serî de em Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û hemû hêzên beşdarî vê komployê bûne bi tundî şermezar dikin. Em di şexsê hevrê Halît Oral û Rojbîn Arap de hemû cangoriyên leheng ên bedena xwe li dijî Komploya Navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Apo de li dijî paşeroj û hebûna gel hat pêk anîn kirin gokek ji agir û bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin!” çalakî kirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ev helwesta wan a fedaî ya leheng bû xeta têkoşînê ya li dijî Komploya Navdewletî. Em soz didin ku bîranîna van hevrêyên qehreman bi têkbirina Komployê zindî bihêlin û îradeya me ya di vê mijarê de teqez dikim.
Civakek bê Rêbertî ne pêkan e li diijî dagirkeran li ber xwe bide
Di dirêjahiya dîrokê de, rêberan di parastina hebûn û azadiya civakên ku tê de ne, rolek diyarker lîstine. Civaka kurd a ku di dîrokê de xwedî rehên kûr û xwedî bingeheke dewlemend a çandî ye, ji ber valahiya rêbertiyê ya ku di sedsalên piştî zayînê de jiyaye gelek êş kişandiye. Gelên ku nekarîn pirsgirêka Rêbertiyê çareser bikin, nikarin ji binketin û bindestiyê rizgar bibin. Tenê gelên ku karîbûn rêbertiya xwe biafirînin, dikarin hebûn û serkeftinê bi dest bixin. Loma jî hema hema di her qonaxên dîrokê de, her civak, gel û çîneke ku dihate xwestin bê çewisandin û rêvebirin, berî her tiştî ji rêberên xwe yên rast dihatin bêparkirin. Hêzên desthilatdar serdestiya xwe bi bê rêber hiştina civakan re xurt kirine. Ji ber ku civakek bê Rêbertî ne pêkan e ku li dijî pergala dagirkerî û desthilatdariyê ya ku pêş dikeve berxwedaneke hişmendî û sîstematîk pêş bixe. Ji ber vê yekê hêzên mêtinger-qirker-desthilatdar pêşî pêşengiya civak û çînan dikin hedef.
Bêparbûna stratejîk bûye sedema bêhêziya taktîkî
Di vê çarçoveyê de Komploya Navdewletî êrîşek li dijî paşeroja azad a gelê me ye. Ji bo gelê me bê Rêber bê hiştin, wan di bin serdestiyê de bihêlin û di qirkirinê re derbas bikin êrîşeke komploger e. Gelê Kurdistanê ji ber ku bi sedsalan nebûye xwedî Rêbertiya xwe ya rast û xwezayî, ewqas demên dirêj di bin desthilatdariyê de maye. Di vî warî de ne hewce ye ku mirov behsa mînakên serokatiyê yên derewîn û hevkar ku li Kurdistanê pir pêş ketiye, bike. Ya girîng ew e ku mirov bigihîje Rêbertiya giştî û rastîn. Ji ber dijwariya erdnîgariya ku lê dijîn û ji ber ku di dîrokê de her tim bi êrîşan re rû bi rû mane, di nava civaka kurd de karakterekî berxwedêr û şerker ava bûye. Li Kurdistanê her çendî mêrxastir û şerkertir bûn jî, lê xwedî stratejiyeke şer û ji ber vê yekê jî taktîkeke wan a taybet nebû. Sedema sereke ya vê jî nebûna rêbertiya stratejîk e. Loma jî di şerê kurdan de zêde stratejiyek nîne. Bêyî stratejiyê ne mimkûn e ku taktîkên dewlemend di pratîka şer de pêş bikevin. Di rastiyê de, bêparbûna stratejîk bûye sedema bêhêziya taktîkî. Ji ber vê yekê di civaka kurd de ku xwe dispêre şêwazeke civakî ya bi eşîr û federasyonan karîbû bibe xwedî hêza berxwedanê, dema ku şervan ji bo artêşekê wek alîkar be, roleke gelekî serkeftî, şerker û pêşeng, fetih lîstin. Lê gava ew bi serê xwe şer dikin, heman rêjeya serkeftinê nayê bidest xistin. Ji ber ku stratejiyeke şer û performansa wê ya taktîkî pêşneketiye. Sedema sereke ya vê jî nebûna rêbertiya stratejîk e. Heya ku em hin îstîsnayên weke Selahattîn Eyûbî nehesibînin, dîroka şer û xeta kurdan a di sedsalên piştî Îskender de bêtir bi vî rengî bû. Di vî warî de derketina Rêber Apo ya li ser dika dîrokê di demeke krîtîk de di heman demê de li Kurdistanê destpêka pêvajoyeke nû-dîrokî ye.
Pêvajoya avakirina stratejiya têkoşînê dest pê kir
Rêbertî ne tenê xwedî taybetmendiyên leşkerî ne. Rêbertî jî tê wateya kesayetên ku aliyên siyasî û çandî bi hev re dijîn, têkiliyên wan ên pir xurt bi civakê re hene, têkiliyên wan ên nêzîk bi taybetmendiyên şoreşa wê demê re hene, xwedî têgihiştineke xurt li ser dîrok û serdemên xwe ne û xwedî taybetmendiyên ku dikarin hîmên xwe yên dîrokî bi rengekî xurt şîrove bikin. Dema ku Rêber Apo di vê çarçoveyê de li Kurdistanê pêşketineke rêbertiyê pêk anî, stratejiya têkoşînê jî diyar kir û rê li ber pêşketina pêvajoyeke girîng a dîrokî vekir. Di qonaxên destpêkê yên derketina Rêbertiya stratejîk a Kurdistanê de, pêvajoya avakirina stratejiya têkoşînê dest pê kir. Vîetnam ku di salên 1970’î de bi Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj re serketin bi dest xist, ji bo hemû gel û çînên bindest bû çavkaniya îlhamê. Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya û Denîz Gezmiş jî bi heman îlham û heyecanê derketin rê. Rêber Apo jî weke şopdarê heman nifşî û weke kesekî ku derketina rêbertiyê pêk anî, di destpêkê de bal kişand ser Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj û bi vê stratejiya têkoşînê bawer kir.
Pêngava yekem a vê stratejiya têkoşînê gerîla ye. Bê guman di destpêkê de ne zelal bû ku ev yek dê li Kurdistanê çawa teşe bibe û çawa pêş bikeve. Tiştekî wisa ji xwe ne mijarê gotinê bû. Ji ber ku her tişt di nava avabûnê de bû. Ji ber vê yekê rojeva sereke ya Rêber Apo ew bû ku pêşî xeta bîrdozî û ji ber vê jî perspektîfa têkoşînê zelal bike, veguherîne bernameyê, ji koma îdeolojîk derbasî pêvajoya avakirina partiyê bibe û piştre bibe gerîla. Dihat fikirîn ku berxwedana Hîlwan-Sîweregê di gerîlatiyê de dikare bibe biharek û ji bo vê jî Rêbertî nivîseke ku em dikarin weke rêziknameya tevgera gerîla ya sala 1979 ‘an bi nav bikin nivîsand û pêşkêşî rojeva navenda ku berxwedan pêk anî kir. Li ser vê bingehê Mehmet Karasûngûr ku wê demê berpirsyarê berxwedana Hîlwan-Sêweregê bû, cara yekem li Hîlwanê komek gerîla ya ji 12 kesan pêk tê birêxistin kir û bi wê komê re dest bi têkoşîna berxwedana Sîweregê kir. Ji ber ku berxwedana Siwêregê di aliyê tê xwestin de bi pêş ve neçû û di bin bandora şêwazê şerê gundiyan yê kurd de bû û veguherî şerê pozîsyonê ku em jê re dibêjin ‘Şerê Kozikê’, nehiştiye ku ew rola derketina gerîlabûnê bilîze. Lê belê Rêbertî bi afirîneriyeke mezin, ji bo bi awayekî parelel binesaziya leşkerî-teknîkî ya pêvajoyê ava bike, kadroyên xwe ku di nav de Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz (Egîd) heyî derbasî qada Lubnan-Filîstînê kir, derfeta perwerdehiyê pêş xistiye û hişt ku derbasî jiyanê bibe. Di dema vegera komê ya piştî perwerdehiyê de hem berxwedana Sêweregê, hem jî berxwedana bi giştî ber bi rêveçûneke rast ve, bûyerên mîna dîlgirtina Hevrê Kemal û hwd. rû dan. Dijmin ku ji belgeyên ku bi dest xistine der barê plansaziya tevgerê de agahî girt, destwerdana 12 ‘ê Îlonê derxist pêş û bi cuntaya faşîst a desthilatdariyê re weke ku tê zanîn destwerdana faşîst a li pêvajoya şoreşê ya li Tirkiye û Kurdistanê pêk hat.
Li hemberî vê yekê Rêbertî û Tevgera Azadiyê pêwîstî bi amadekariyeke berfirehtir dît. Ji ber vê yekê, piştî biryara vekişînê ya ku tê zanîn, li qada Lubnan-Filistînê pêvajoyek amadehiyê xurtir hate destpêkirin. Ev pêvajo bi piranî bi awayê perwerdehiya bîrdozî û leşkerî pêş ket. Dîsa serdemek bû ku bi taybetî di Konferansa Yekemîn a Partiyê de nîqaş dihatin kirin ku tevgera şoreşger çawa dikare destwerdana pêvajoyê bike û bi kîjan stratejiyê bersivê bide rejîma cûntaya faşîst-leşkerî. Rêbertiyê di vê çarçoveyê de perspektîfên berfireh pêşkêş kir. Di encama perspektîfên hatin pêşkêşkirin û nîqaşan de hat destnîşankirin ku dê bi propagandaya çekdarî derketina derve bê kirin. Nîqaş li ser wê yekê hat kirin ku komên propaganda yên çekdar ên li Kurdistanê dikarin rola ku Rojnameya Îskra wek kilîta derketina ji qeyrana rêxistinî ya ku di sala 1900’an de di Partiya Sosyal Demokrat a Rûsyayê de derbas bû, bilîzin. Li ser vê bingehê, Konferansa Yekemîn a PKK’ê propagandaya çekdarî wekî dergeha sereke ya Partiyê guncav dît. Di vê çarçoveyê de amadekariyên gerîla yên teorîk zêdetir kûr bûn. Di Mijdara 1981’an de di belgeya dîrokî ya bi navê “Di Kurdistanê de Rola Zorê û Siyaseta Rizgariya Netewî” ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye amadekirin, çarçoveya stratejiya têkoşînê ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi awayekî herî berfireh derketiye holê. Di vê wateyê de mirov dikare bibêje ku perspektîfa teorîk a gerîlatiyê bi vî rengî zelal bûye. Weke ku tê zanîn ev pêvajo bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi rûmet, li ser esasê amadekariyên di pêşengiya fermandarê me yê nemir hevrê Egîd de bi awayekî fermî hate destpêkirin. Bingeha gerîlayê fedaî îdeolojiya Rêbertî ye.
Mijara ku Rêber Apo bi çi rengî gerîlatî û şêwaza gerîlatiyê afirandiye, mijareke girîng e. Dibe ku bi çend hevokan vegotina vê mijarê zehmet be. Lê belê xaleke gelekî girîng e ku Rêber Apo bi lêhûrbûna ku di pêvajoya koma yekemîn de li Enqereyê pêş xist, gihandiye wê astê ku karekterê dewleta mêtinger a Tirk baş bizane û pêkhateya civakî ya Kurd rast analîz bike. Ji ber ku li ser esasê vê biryardariyê û encamên ku Rêbertî bi dest xistiye, bawer kir ku Şerê Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê dê ewqas hêsan nabe; Ji ber vê yekê, pêwîstiya teqez bi milîtanên pir xurt, bi biryar, karakter û pêşeng heye; Ji ber vê yekê berî her tiştî pê hesiya ku perwerdekirina kadroyên wiha jêhatî, wêrek û dilsoz pêwîst e û li gorî wê dest bi xebatên amadekariyê kir. Rêbertî dema ku tovên tevgerê cara ewil hat çandin, li Enqereyê dest bi vî karî kir. Ji ber ku ji bilî vê, Rêbertî ji destpêkê ve tesbît kiribû ku li dijî dewleta mêtinger a Tirk bi avahiyeke partîtî ya asayî û bi hin taybetmendiyên eşîrî, kevneşopî û şervanî weke berê nikare berxwedaneke serketî bê pêşxistin. Helbet li gorî pêvajoyên dîrokî gihîştiye vê biryardariya girîng. Ji ber vê yekê Rêbertî ji destpêkê ve giranî da ser perwerdekirina kadroyên pispor.
Di vê çarçoveyê de Rêbertî hem di pêvajoya Enqereyê de û hem jî di pêvajoyên piştre yên li Lubnan, Filistîn, Akademiya Mahsûm Korkmaz û Dibistana Navendî ya Partiyê ya li Şamê de xwedî xebateke îdeolojîk a berfireh û mezin bû. Di van hemû pêvajoyên perwerdehiyê de ku bi îradeyeke bêdawî dihatin meşandin de, Rêbertî li ser bingeha analîzkirina kesayetê xebatên bawerîkirina mirov, bi xwebawerî û îradeyê pêş xist. Bidestxistina bawerî, bi xwe bawerî û îradeya mirov di pratîkê de bi cesaret, fedakarî û îradeya bilind xwe dide der. Di rastiyê de ev taybetmendiya kadrobûnê ya ku Rêbertî di destpêkê de pêşxist, bi mînakên wêrekî û fedakariyê yên di dema pêşxistina têkoşîna siyasî de bi avakirina partiyê re derket holê; û piştre jî di şexsê kadroyên xwedî îradeya bilind Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay, Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên ku di berxwedanên zindanan de serî netewandin, bi berxwedaneke gelekî balkêş xwe nîşan da. Ruhê ku ji vê sekna kadroyî derketiye holê, piştre di şexsê hevrê Egîd de di Pêngava 15’ê Tebaxê de û bi Zîlanbûnê re ruhê fedaî yê bilindkirina îradeyê teşe girt. Ev rastiya îdeolojîk a ku Rêber Apo di nava kadro û gerîla de derxistiye holê, potansiyelek berxwedanê ya pir cidî derxistiye holê. Ji ber ku me di pratîkê de di şexsê bi hezaran hevrêyan de dît ku ev rastiya bîrdozî dema ku bi têkbirina taybetmendiyên civakî yên kurd re derkeve holê, vediguhere cesaret, fedakarî û îradeyeke bêhempa. Bi gotineke din, baweriya bîrdozî, biryardarî û nêzîkatiya felsefî ya ku ji mirov re hatiye dayîn, bi derxistina potansiyeleke mezin ve avakirina kadro û fermandariyê pêşxistiye.
Lê tevî vê pêşketin û avabûna kesayeta pir kûr û watedar, dewlemendiya taktîkî an jî taktîkbûna ku xeta leşkerî hewce dike bi heman rêjeyê pêş neketiye. Ev bi serê xwe mijarek e.
Şer qada herî girîng e ku mirov taybetmendiyên xwe yên giyanî yên rast tê de îfade dike. Dibe ku em bibêjin ku ew qadeke yekane ye. Qada şer derew û seranserbûnê qebûl nake. Sekin û cewhera mirov çi be, di pratîkê de jî ew e. Dibe ku bi çend hevokan ravekirina vê yekê hinekî zehmet be, lê ev rastiyek pir girîng û balkêş e. Bi gotineke din, qada şer ew qada ku mirov bi rastiya xwe xwe nîşan dide ye, ne ew qada ku dixwaze bi awayekî din xwe nîşan bide ye; Bi awayekî din cihê ku rastiya mirov derdixe holê ye. Yanî di qada şer de taybetiyên mirovî yên manewî nayên veşartin, di hemû aliyên xwe de xwe didin der.
Di kesayeta civakî ya Kurd de şêwazeke şer heye. Ev şêwazê şer zêdetir dişibe şerê meydanî, şerê pozîsyonê yan jî duelê. Zêde jîrbûna wî (mîna ku çînî jê re dibêjin xapandin) û nermbûna taktîkî tune. Di vî warî de şêwazeke şer a ku em dikarin jê re, şerê mil bi mil jî bi nav bikin, di psîkolojiya mirovê kurd de zêdetir pêş dikeve. Ev rastî di pêvajoya piştî Pêngava 15’ê Tebaxê de bi awayekî zelaltir derket holê. Weke mînak dema Rêbertî şêwaza gerîlatiyê rave dike, bi taybetî taybetmendiyên gerîla wiha pênase dike “gerîla taktîka lêdan û revê ye; dijmin şopandin û ji cihê herî lewaz lêxistin e; Dema dijmin bi pêş ve diçe yan jî di pozîsyoneke xurt de ye paşve vekişe û xwe winda bike.” Lê belê di pratîkê de dema rastî dijmin dihatin, hemû roj, carinan bi rojan jî cih digirtin û di çeperên şer de cih digirtin. Ev pêkanînên ku me li jor bi kurtasî behsa wan kir, pêşî li Siwêregê derketiye holê, piştre jî bi piranî li Botanê weke pergala şerê çeperan pêk hatiye.
Rêber Apo xeta gerîlatiyê li Kurdistanê ava kir
Rêbertî ji bo vê bide derbaskirin gelek hewl da. Rêbertî analîzên kûr û piralî kir. Ya rast, hewl dida taktîkên lêdan û kemînê yên gerîla bi mînakên ji jiyana xwe bide fêhmkirin, mîna ku di zaroktiya xwe de çawa li hemberî Cimoyê jê mezintir kemîn daniye û têk biriye. Di vê mijarê de Rêbertî jî hin tedbîrên pratîkî yên awarte girtin. Weke mînak xwest ku ji her kesî re tenê 120 gule bê dayîn. Ji ber vê sedemê yek ji 4 şarjorên ku di rextan de ne hat derxistin. Bi kurtasî hilgirtina zêdeyî 120 guleyan qedexe ye. Ji ber ku guleyên zêde dikare meyla pevçûna demdirêj zêde bike. Ev dibe sedem ku şervan dev ji şêwaza gerîla berdin û bikevin şêwaza çeperan. Tevahiya rojê yan jî bi rojan li çeperan şerkirin, tê wateya israra di şêwaza şer a kevn a kurd de û esas negirtina xeta gerîla ye. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo ji bilî hemû xebatên perwerdehiyê yên din, tedbîrên bi vî rengî yên pratîkî jî digirt. Rêber Apo ji bo ku xeta gerîla li Kurdistanê ava bike, neçar ma serî li hewldan û tedbîrên giran bide. Li ser vê bingehê bêhejmar ferman da û analîz pêş xistin; Tenê bi hewldaneke pir xurt di derbarê şêwaza gerîla de hin geşedanên rast pêk hatin.
Ya rastî em dizanin ku di dîrokê de li Kurdistanê şerê gerîla hatiye meşandin. Bi taybetî di berhema Anabasis de, ku salên 400’î berî zayînê vedibêje, bi awayekî balkêş derdikeve holê ku şervanên kurd di wê demê de bi taktîkên wekî taktîkên lêde- bireve, şerên mezin kirine. Berî wê her çendî çavkanî nebin jî, tê zanîn ku pişt re car caran ev şer ji aliyê kurdan ve hatiye kirin. Lê bi demê re, bi taybetî di van çend sedsalên dawî de, rewşa statîktir a berxwedanê ya li qesran û şerê li çeperan, rengekî din dide. Rastiyeke ku divê em li vir binxêz bikin jî ev e ku her çend me di vê gotarê de di şexsê kurdan de behsa vê şêwazê şer kiribe jî, di heman demê de ev şêwazê şer li hemû gelên Rojhilata Navîn serdest e. Şêwaza şer a gerîla pêşî li dijî Napolyon ku li Spanyayê xwedî hêzeke mezin a artêşê bû derketiye pêş û piştre her çendî li gelek cihan parçe parçe hatibe pêk anîn jî, bi giranî li Çînê veguheriye stratejiyekê û li Vîetnamê bûye stratejiyeke şer ku geş û kûr bûye û li welatên cuda yên cîhanê belav bûye. Lê belê ev yek li Rojhilata Navîn zêde pêş neketiye.
Di vî warî de em dikarin bibêjin ku Rêbertiya me şêwazê şerê gerîla anî Kurdistan û Rojhilata Navîn. Mînak Filistîniyan jî dixwestin gerîlatiyê bikin, lê nekarîn pêk bînin. Di wan de jî şerê çeperan zêdetir li pêş e. Lê belê dema ku nikarî şerê çeperan bide meşandin, vê carê li dijî wê şêwaza fedaîbûnê pêş dikeve. Qada ku pêşî lê fedaîbûn pêş ket, Filistîn bû. Li Filistînê fedaîbûn derket pêş, ne gerîlatî. Dîsa, şerê ku Omer Muhtar li dijî Îtalya li Lîbyayê daye meşandin, mînakeke berbiçav a meşandina şerê çeperê ya fedaîbûnê ye. Bi kurtî, anîna mantiqê şerê gerîlayê li Kurdistanê ne ewqas hêsan bû; Zehmet bû. Em dikarin bibêjin ku Rêbertî bi pêşxistina tedbîrên îdeolojîk-rêxistinî yên pir xurt hin gav avêtine.
Asta herî pêşketî ya şêwazê şerê berê yê Kurdistanê, şêwaza şerê Pêşmerge ye. Şêwaza şerê pêşmerge ne şêwazê şerê gerîla ye. Şêwazek e ku her tim xwe dispêre dewletek an jî herêmek rizgarkirî. Helbet ev yek jî nîşaneya berxwedanê ye û dema ku ev şert û merc çêdibin Pêşmerge jî şer dike, lê ji ber heman karakterê xwe, ne şêwazek e ku di nav xetên navxweyî yên welatekî de, di nav dorpêçê de têkoşînê bike. Li aliyê din gerîlatî şêwazekî şer e ku dikare biçe her noqteya welat û bi manevra û taktîkên xwe yên afirîner bi hêza xwe ve li hemberî artêşeke mezin qebîliyeta şerkirinê derxe holê. Ev şêwazê şer bi rastî li Rojhilata Navîn bi gerîlayên Kurdistanê re pêş ket. Ev yek jî bi keda bê dawî ya Rêbertî heta astekê pêkan bû.
Xeta têkoşînê bi awayekî piralî li Kurdistanê pêş ket
Gerîla li Kurdistanê bi hêsanî pêş neket. Bi têkoşîna bi zehmetiyan re pêş ket. Helbet tişta ku em li vir wek zehmetî dihesibînin, zehmetiyên di parastina şêwazê de ne. Wekî din zehmetiyên erdnîgarî, avhewa û dijmin cuda ne. Li Kurdistanê ne tenê zehmetiyên ketina xeta gerîla ya leşkerî, di heman demê de zehmetiyên ketina xeta rêxistinî jî bi rengekî piralî derketiye holê. Li hember xetên pêşdeçûn û rewşên taktîkî têkoşînek mezin hebû. Bi taybet piştî şehadeta hevrê Egîd di sala 1986’an de hin kesayet derketin pêş û dîtin ku cih li ber wan hatiye vekirin û ev yek jî bû sedem ku rewşên derveyî rêzê pêş bikevin. Tê zanîn ku van kesayetan hem xeta leşkerî, hem jî xeta rêxistinî û hem jî xeta girseyî ya şoreşgerî ji rê derdixin, hewl didin nêzîkatiya komploger a feodal zêdetir serdest bikin. Ev şêwazê ku weke cureyekî kontra pêşket, hem gelek eşîr û girseyên gel ji tevgerê dûr xist û hem jî xeta şer pêş nexist, ber bi xeta parastinê ya rastgir ve kişand. Di heman demê de bi lîstina xeta rêxistinî û bi fêlbazî û entrîkayên cûrbecûr ve sadetiya tevgera Apoyî hatiye şêlokirin û bûye sedem ku bi sedan kadro bên tasfiyekirin. Li hemberî van hemûyan têkoşîna xeta Rêbertî ya pir dijwar pêş ket. Rêbertî bi geşkirina têkoşînê re karî bû ku pêşî li hilweşîna ku ji aliyê kesayetên weke Hogir, Kor Cemal, Terzî Cemal û Zekî yê bêtilî ku em jê re dibêjin koma çar çeteyan were girtin û di vê serdemê de gerîlatiyê bikişîne ser xetê. Li ser vî esasî hin pêşketin bi dest ketine. Bi gotineke din, têkoşîna gerîla weke têkoşîneke tenê îdeolojîk ancax bi pêşxistina têkoşîna xetê bi awayekî piralî dikare li Kurdistanê pêş bikeve. Ev yek heta radeyekê bi perwerdekirina kadroyên domdar ên ji aliyê Rêbertî ve li ser esasê perwerde û destwerdanên di qada têkoşînê de, her wiha têkoşîna bîrdozî-rêxistinî ya li ser analîz û talîmatên ku her tim hatine pêşxistin, pêk hatiye. Li ser vê bingehê Gerîlaya Azadiya Kurdistanê di qonaxeke ku gelê Kurdistanê di bin zextên polîtîkayên qirkirinê de dinalin û nefesa xwe ya dawî distînin, ket dewrê.
Li pişt hemû pêşketinên li Kurdıstanê gerîla heye
Girse ku her çendî di destpêkê de bi dudil û gumanek nêzikî wê bûn jî, ji ber ku hêdî hêdî pê dihesiyan ku berxwedan wek serhildanên din ên klasîk bi dawî nebû, mîna berfê mezin bû, pêvajoyek bawerî û pêbaweriyê di nav girseyê de dest pê kir. Li ser vê bingehê rastiya civakî ya ku li ber mirinê bû li ber xwe da û bi şeklê serhildanê daket qadan. Yanî xeta têkoşîna gerîla ya ku Rêber Apo li Kurdistanê pêşxist, di rastiyê de civaka Kurd ji tunebûnê rizgar kir. Bi hatina ser xwe ve, bûye rastiyeke civakî ya ku li pêşberî êrîşên dijmin serî natewîne, xwe, nasname, çand û axa xwe diparêze, ji bo wê têdikoşe û zarokên xwe ji bo wê mezin dike. Bê guman xeta îdeolojîk ji bo bi destxistina vê esas e, lê rola sereke gerîlayê bi vê xeta îdeolojîk pêşketiye lîstiye. Di vî warî de vejîna pêkhateya civakî ya li Kurdistanê û destpêkirina pêvajoya serhildanê, pêşî ji bo parastina cenazeyên gerîlayan û zindîkirina bîranîna gerîla bû.
Di civak û gelên din de girse ji ber zext û pirsgirêkên aborî dadikevin kolanan, lê li Kurdistanê û di wê hawîrdora zexta mezin a salên 1990’î de, di demeke ku kuştinên kiryar nediyar di lûtkeyê de bûn, armanca sereke ya bi deh hezaran mirovên daketin kolanan, xwedîderketina li cenazeyê gerîla bû û zindî hiştina bîranîna şehîdan bû. Tevgera civakî li Kurdistanê li ser vê bingehê bi avabûneke manewî pêşket. Di vî warî de rola ku Rêbertî ji gerîla re daye bersiva xwe dîtibû. Bi vî rengî civak bi têkoşîna gerîla xwe ji nû ve dît û bû civakeke xwedî têkoşîna nasname û azadiyê û pê re civak vejînek jiya. Civaka ku vejînê jiyaye, di hemû qadên jiyanê de bi danîna koka xwe rêxistinên xwe ava kiriye û gelê me yê tî yê azadiyê ye, êdî armanca xwe ya azadiyê diyar kiriye. Bi vî rengî gerîlayê azadiyê yê Kurdistanê bûye şêweyekî têkoşînê ku ewqasî bawerî dide civakê, baweriyê çêdike û rê li ber pêşketinên girîng vedike.
Girêdana navbera gerîla û Rêber Apo nayê qutkirin
Di navbera Gerîla û Rêbertî de girêdanek pir xurt ku qut nabe heye. Gerîla rastiyeke fedakariyeke mezin û îradeyeke bilind e, ku belkî li cîhanê mînakên wê kêm e ku di oxira bawerî û civaka xwe de jiyana xwe jî di nav de dikare her tiştî feda bike. Gerîla civakek e ku ne ji bo xwe, ji bo civaka xwe dijî, ji bo civak û nirxên ku pê bawer dike jiyana xwe feda dike û bi tevahî xwe dide civakê. Ti berjewendiya gerîla yên ferdî an komî nîne. Ti berjewendiyek wê ya madî jî nîne. Ya ku di nava gerîla de li pêş e aliyê manewî û bîrdozî ye. Ji ber vê yekê her gerîla bi hêzeke manewî ya kûr ve girêdayî Rêbertî ye. Ji bo vê jî her cara ku çalakiyan li dar dixe dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo!’ berz dike. Ji ber ku gerîla ji Rêbertî bawer kir û ji bo wî canê xwe fedakirin girt berçavan û tevlî refên têkoşînê bûn. Di vî warî de her tim di navbera gerîla û Rêbertî de girêdaneke pir xurt hebûye. Rêbertî pir rexne dike, gelek caran jî bi tundî rexne dike, lê dîsa jî avahiya rêxistinî ya ku herî zêde jê bawer e û jê hez dike gerîla ye. Heman tişt ji bo gelê me jî derbasdare; Gelê me gerîla weke çavê xwe dibîne û dixwaze her tim bi ser bikeve. Gerîla tevî hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye, êşên ku kişandiye û hemû berdêlên ku daye jî, gerîla her tim bi îdeala ku bûye şervanekî layiqî Rêbertî û gelê xwe têdikoşe. Ji ber vê girêdana manewî ya pir xurt, hemû lîstikên ku li ser gerîla hatibûn plankirin û dihatin kirin, di encamê de têk çûn.
Mînak di dîroka me ya têkoşînê de hin kesayet rabûn ku dem bi dem provokasyon kirin, heta astekê zor dan rêxistinê û bi vî rengî bandor li hin kesan jî kirin. Heman pratîk li nava gerîla jî rû dan. Mînak ew kesên ku me navê wan gotin Hogir an jî Parmaksiz Zekî û yên din… Dema ku rêxistinê helwest nîşan da û ji rêxistinê reviyan, neçar man bi tena serê xwe biçin. Nekarîn bandorê li kesî bikin û bi xwe re bibin. Rast e xwestin li ser gerîla bilîzin lê belê dawiay dawî bi tena serê xwe man. Dibe ku qala koma çete ya salên 2003-2004’an bê kirin. Wê komê salên dûr û dirêj di hundir de kar kir. Li gorî xwe kom ava kir, lê belê di pêvajoya qutbûnê de bi tenê man. Gelo van ti zerar nedan? Bêguman dan. Heta astekê şikestin kirin. Bûn sedem ku bi gelek kesan re şikestin çêbibe, lê belê kes bi wan re neçûn. Yên sax in hîn jî bi tenê ne. Çima? Ji ber ku Gerîlayên Kurdistanê qadeke fedakariyê ye. Fedakarî bi madiyatê nabe, bi girêdana bi şexsan nabe. Fedakarî tenê bi xwespartina li rastiya îdeolojîk-felsefîk a kûr dibe. Çavkaniya vê jî Rêber Apo ye. Lewma her gerîla dawiya dawî dilsozê Rêber Apo ye. Dema ku qut bû, tê wê wateyê ku bêbawerî bûye. Dema ku bêbawerî bû jî kes nade pey û herî zêde bi xwe diçe, rûdinê. Lewma bi şêweyê rêxistiniyeke din nikarin derkevin pêşberî tevgerê. Dibe ku hinek ji wan ji aliyê hêzên dijmin ve bibin kontra, lê belê nikare bibe rêxistiniyeke cuda ya îdeolojîk. Ji ber vê yekê hewldanên di vî warî de têne kirin hemû têk diçin. Di nvabera Rêbertî û warê fedakariyê gerîla de têkiliya felsefî-îdeolojîk a herî xurt, baawerî û biryardarî ye. Lewma dijmin nekariye heta niha di ti provokasyonên li hemberî gerîla de encamê bi dest bixe. Dibe ku yek bi yek şexsan dikare bixe, lê belê ti carî nekariye bi rengekî komî bandorê bike. Ev yek jî ji ber dilsoziya gerîla ya bi xeta Rêbertî ye, ji ber sekna gerîla ya fedakarî û biryardariyê ye.
Dibe ku tiştên ez niha bibêjim weke paradoksekê bê dîtin, lê belê li gel vê rastiya ku min li jorê anî ser ziman, dema ku bi kûrahî bê lêkolîn hingî weke rastiyeke xwe dispêre rastiya civakî, tevî dilsoziya me ya bilind û fedakariya bêdawî jî wê bê dîtin ku gerîla û fermandarbûyîn ti carî ne gihîşt wê astê ku xeta leşkerî ya Rêber Apo bi rengekî şareza bi cih bîne. Bêguman eger xeta leşkerî ya Rêber Apo di dema xwe de rast bihata fêhmkirin û bicihanîn, rewş wê niha gelekî cuda bûya. Ji ber ku em zanin, berê gelek firsendên dîrokî û gelekî girîng ji dest çûn. Li gel samîmiyet, durustî, dilsoziya bi biryar û fedakariya bilind a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî ji ber kêmasiya di afirandina taktîkê de, ji ber rêbertiya taktîkî xwe negihand wê astê ku xwe bigihîne rebertiya stratejîk her tim pirsgirêk rû dan. Bêguman em qala wê yekê dikin ku rêbaz, tempo û taktîka piralî û kûrahî ya Rêber Apo li qadê bi têrkerî bi cih nehate anîn.
Bêguman ji bo pêkanîna vê hewl hate dayin, lê belê negihîşt asta têrkeriyê. Ji xwe ji ber ku têrker nebû, Rêbertî ev yek weke hevrêtiya kêm nirxand, rexne kir û weke gavên ji bo danîna hîmên komploya navneteweyî pênase kir, ku bi wî rengî ye. Rêbertî dema ku sedemên komployê dinirxand bi taybetî du hêz destnîşan dikir: Dostaniya sexte û hevrêtiya kêm. Ev yek rewşeke gelekî dîrokî û girîng e. Pêngava Rêbertî ya Apoyî li Kurdistanê weke rêbertiyeke stratejîk pêk hat, lê belê rêbertiya taktîkî di heman tempoyê de bi cih nehat. Ev yek bi temamî mijareke rexnekirin û rexnedayinê ye. Rêber Apo dema vê rewşê dinirxîne, vê yekê ji bo xwe weke mijara rexnedayinê dinirxîne, lê bi esasî mijareke ku gelekî rexne dike. Belê Rêberê me di nirxandinên xwe de li gel rexneyên berfireh, rexnedayinê jî dike, lê bi esasî yên ku divê rexnedayinê bide em in. Divê ev yek bi şênberî bê destnîşankirin û ya pêwîst bê kirin.
Bêguman hewldanên ji bo bidawîkirina vê kêmasiyê her tim hebû. Ji bo xeta leşkerî ya Rêbertî bi cih bê anîn, ji bo bikeve meriyetê hewldanên berfireh hîn jî hene. Bi taybetî ji 3-4 salên dawî û vir ve li hemberî dogmatîzm, israra li ser meylên berê, lîberalîzm ku li pêşiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mîna bendekî ye, têkoşîna navxweyî hate meşandin û hîn jî tê meşandin. Lewma di salên dawî de pêşketinek heye. Bi taybetî li gel kûrbûna îdeolojîk a li nava gerîla jinûve avabûnê bi xwe re guhertin, li ser vê bingehê jî branşbûyîn, serweriya teknîkê, rêbaza tevgerê û gavên nû yên taktîkî anî. Pêşketina gerîlayên serdema nû di vê çarçoveyê de şênber bûye.
Eger ne ji pêngava taktîkî ya dema nû ya gerîla bûya, dibe ku dewleta Tirk a qirker faşîst di 8 salên dawî de lis er bingeha konseptê encam bi dest bixista. Lê belê li gel sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê, pêngavên nû yên taktîkî yên gerîla, bi taybetî jî pêşketina di asta pisporiya rêbaza şerê tîm ê nîv bi tevger ê li qadê û ya herî girîng jî derbaskirina şer ji ser erdê ber bi binê erdê ve, bi şerê berxwedana binê erdê û şerê tîmê nîv bi tevger ê li ser erdê re plana dewleta Tirk a qirker faşîst hate têkbirin. Artêşa Tirk tevî ku teknolojiya herî pêşketî ya demê, çekên qedexekirî bi kar tîne û piştgiriyê ji PDK’ê û hêzên navneteweyî werdigire jî nikare encamê bi dest bixe. sedema vê yekê jî asta gerîla ya bi hewldanên pêngavên taktîkî û ruhê fedaî yê li ser xeta Rêber Apo ye.
Asta bilind a fedaîtiyê ya pêngavên nû yên taktîkî ku îro gihîştiye, bicihhatina fedaîbûn û ruhê Apoyî di şexsê Sara, Rûken, Bager, Avzem, Delîl û Nalînan, her wiha li pratîka Bakur jî li gel ruhê fedaî yê bilind ê di şexsê Zana, Xebat, Rêdûr, Ardem, Destan, Leyla, Yaşar, Dilgeş û Axînan, pêşketina asta taktîkî weke bersiva li hewldanên Rêbertî dikare bê nirxandin.
Gerîla îro di fedaîbûnê de gihîştiye asta bilind û mîna ku di berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê de tê dîtin performanseke pêşketî nîşan dide. Di heman demê de jî weke ku me got, ji aliyê gavên nû yên taktîkî ve gihîştiye astekê. Ev hemû nîşan dide ku gerîlayên sedsala 21’ê divê çawa be. Ev rewş ji aliyekî ve mînakekê dide çînan û gelan ên ku li hemberî hêzên xwe dispêrin teknolojiya bilind şer dikin, li aliyê din jî ji bo rawestandina rejîma AKP-MHP-Ergenekonê ku faşîst, tûranî û qirker e û dixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêzeke emperyal, ji bo gelê me ji aliyê têkoşîna hebûnê û azadiyê, ji bo gelan hemûyan jî ji aliyê paşeroja demokratîk ve rastiyeke berxwedanê ya dîrokî, girîng û hêja nîşan dide.
Bêguman eger ev rastiya berxwedanê îro di vê astê de tê meşandin, çavkaniya wê ya herî girîng hewldanên Rêber Apo yên 50 salan e, her wiha berxwedana xeta îrade, sebir û hunereke bêhempa ya li dijî Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê ye. Gelekî girîng e ku ev xeta Rêbertî ji aliyê leşkerî ve gerîla gihandiye vê asta girîng a dîrokê, teknolojiya herî pêşketî ya serdemê têk dibe, li hemberî wê berxwedanê diafirîne û performanseke xurt bi cih tîne. Ev yek hewldanek ji bo bidawîkirina wê kêmasiyê ye ku xeta leşkerî ya Rêber Apo di dîroka me ya têkoşînê de bi cih nehate anîn, asta fermandarbûyînê nehate bidestxistin. Em vê yekê gelekî mezin nakin, lê belê rastiyeke ku pêşketineke nebiçûk hatiye bidestxistin.
Ji niha ve tê dîtin ku ev yek wê hîn mezin bibe û veguhere xeta serketinê, rêbaza têkoşînê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi temamî dilsozê xeta Rêber Apo ne, wê performansa xwe ya heyî ya taktîkî hîn bêtir bi pêş ve bibe û dema ku ev yek kir wê serketinê teqez misoger bike, di têkoşîna hevrêtiya têrker a bi Rêber Apo re wê encamên diyarker bi dest bixe, bi vê yekê re wê komploya navneteweyî têk biçe. Hevrêyên ku di vê têkoşînê de destanên lehengiyê afirandin û şehîd bûn bi rêz û minet bi bîr tînim, dixwazim destnîşan bikim ku bi fermandariya wan di xeta Rêber Apo de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê weke hêzeke ku têk naçe wê serketinê misoger bike û xwedî vê biryardariyê ye.”