Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Berxwedana Rêber Apo tecrîd pûç kiriye’

Endamê Desteya Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Nûh diyar kir ku piştî avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û helwesta Rêber Apo dîrokeke nû hatiye nivîsandin.

Hemû dewletên desthilatdar ji berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ditirsin. Ji ber vê jî êrîşî vê fikrê dikin. Bi van êrîşên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê xwestin ku ev destkeftî tune bibe. Li ser van esasan Endamê Desteya Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Nûh ji ANF’ê re axivî.

Endamê Desteya Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Nûh diyar kir di dîrokê de gelek şoreşên kurdan pêk hatine û got “Faşîzmê her carê êrîş kir. Lê piştî avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û helwesta Rêber Apo dîrokeke nû hatiye nivîsandin.  Rêber Apo ji destpêka civaka xwezayî û heta roja me, li ser jiyana civakan lêkolîn kir û bersiv jê re dît. Ji bo tunekirina van destkeftiyan û ji bo ku desthilatdarî gel bikin koleyên xwe, dewletên desthilatdar bi her awayî êrîşî fikra azad kirin lê bi ser neketin. Ji ber ku desthilatdar bi ser neketin, komplo dan destpêkirin. Lê bi saya berxwedana şagirtên Rêber Apo û fikra neteweya demokratîk, desthilatdarî dîsa bin ketin.”

Salih Nûh diyar kir komplo bi dawî nebûye û got “Bi berxwedana Rêber Apo û berxwedana li zindanê komplo pûç bû lê desthilatdariyê xwest tecrîdê di nav tecrîdê de li ser Rêber Apo pêk bînin. Lê dîsa jî bin ketin. Ji ber ku gel xwedî li destkeftî û keda Rêber Apo derketin. Dewleta tirk herî dawîn li hemberî berxwedana Rêber Apo êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir lê şagirtên Rêber Apo bi berxwedaneke bêhempa, li hemberî van êrîşan li ber xwe dan. Dewleta tirk a dagirker li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî dixwazin bi her awayî destkeftiyan têk bibin lê divê bizanibin ku wê têk biçin. Em fedaiyên fikra neteweya demokratîk in em ê berxwedana xwe geştir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar