PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Berxwedana Rojava

Bû cara duyemîn ku siyaset û berxwedana gelên me yên Rojava, hesab, kitab û bazarên hêzên hegemon ên cîhanî û bi taybetî yê dewleta R.Erdogan xera dike.

Cara yekemîn, di şîara rêveberiya R.Erdogan de jî dihat diyar kirin digot “hema ez ê rojekê heta nîvro dagirkirina Sûriyeyê temam bikim û li Şamê nimêja nîvro bikim”. Lê ev hesret û xeyala wî pêk nehat, mirazê wî di qirika wî de ma.

Li beramberî pêknehatina vê xeyala wî, Şoreşa Rojava pêk hat.

Bêguman ev serkeftin û destkeftî, ne bi tenê di hesab û kitêba R.Erdogan de belê di hizrû bazara hêzên hegemon DYE û Rûsya û hwd. de jî nebû.

Di encamê de hesab û kitêbên hemû dewletên dagirker û qirker û hegemon hemû tevlihev bûn.

Sal bi sal, projeye Xweseriya Demokratîk bi pêşve ket û bala raya giştî ya cîhanê kişand. Ev şoreş, bi balkişandinê tenê ne rawestiya, ket jiyanê. Şande li ser şandeyan berê xwe dan Rojava û çûn, ew pergal li ciyê cih di jiyanê de, bi çavên serê xwe dîtin. Û ger gotin di cih de be, mirov bêje “bûn evîndarên wê pergalê”, ez bawer dikim ne gotinek zêde ye.

Ew şandeyên sazî û dezgehên sivîl, di vegera welatên xwe de, bi dil û can pesindariya wê pergala jiyana Şoreşa Rojava kirin û weke modelek nû ji bo xwe jî xwestin.

Lê ev daxwaza wan, hêzên hegemon ên cîhanî nerihet kir. Û li ser vê nerazîbûna xwe lihevkirin û weke ji nûve DAIŞ’ê zindî bikin, R.Erdogan jî weke Ebûbekir Bexdadiyê nû peywerdîdar û erkdar kirin û ajotin ser destkeftiyên Şoreşa Rojava.

Ev êrîşên wî yên wahşane, zalimane û hovane yên van rojên dawî (ku ez di roja êrîşê ya 8’an de dinivîsînim), li ser vê lihevkirina dewletên cîhanî pêk hatiye. Ji ber ku vê modela jiyana civakî ya demokratîk û konfederelî, hemû ji bo modela pergala xwe ya kevnar xeter dibînin û lewma li hember vê wahşetê bê helwest dimînin.

Belê dibe ku cih û hejmara destkeftiyên Rojava li gorî şoreşên tên zanîn, biçûk be,  lê belê zemîna ku bandor li ser kiriye, dehbar û sedbar ji yên berê mezintir û berfirehtir e.

Hema di serî de, raya giştî ya cîhanê hema hema bi yek dengî li dijî êrîşkariya dewleta tirkan ê R.Erdogan û Bahçelî bertekên xwe nîşan da. Di çapenemî û medyaya cîhanî de, tu şoreş ewqas deng venedane û xwedîderketina wan ewqas çênebû ye.

Wisa lêhat, serokên dewletên sereke Pûtîn û Trump jî, êdî nema dikarin wisa aşkera û bi xurtî li fermandarê xwe yê nû yê DAIŞ’ê R.Erdogan xwedî derkevin.

Ji ber ku berxwedana Tevgera Gelên Rojava HSD’ê û bi giştî ya gel, ewqas xwedî îradeyek mezin e û ewqas bi bandor e, li gel hemû raya giştî ya cîhanê wisa lê kir ku ji neçarî hemû dewletên cîhanî jî, li dijî êrîşkariya dagirkerî û qirkirinî ya dewleta Receb û Bahçelî rabin.

Bi yek gotinê mirov bi hêsanî dikare bêje, “Şoreşa Rojava bû wijdanê mirovatiya cîhanê, bû nûnerê mafê hemû mezlûman!”

Hema weke mînak mirov berê xwe bide Berxwedana Serêkaniyê bi tenê mirov bibîne ku berxwedana efsanewî, berxwedana dîrokî yan jî destanî çawa ye, ew ê were dîtin.

Serêkaniyê, weke gundekî hinekî şêniyên wê pir e. Bêguman di 8 rojên şerê ewqas mezin de, piraniya malbatan li gel zarok û temenmezinan de koç kirine. Û helbet hejmara şervanên wir ne gelek in. Li miqabîlê vê hejmara biçûk, dikare li dijî dewletek a NATO’yê ya herî mezin a duyemîn xwedî teknîka herî modern a çekan û zanistiyan, şer bike û hîn jî dewam dike.

Li gel van du hêzên di navbêra wan de, hevsengiya hêza wan a şer ewqas dûrî hev in, dîsa jî nikare wî bajarokê biçûk ji destê wan şervanên leheng derxîne.

Ev, tenê bi mezinbûna îradeyê, bi xurtbûna bawerî û wêrekiyê dikare were şîrovekirin.

Lewma, divê ji bo vê Berxwedana rûmetê û mirovatiyê ya Rojava, her kes di serî de gelên me yên Serêkaniyê û Girêspiyê her wiha hemû gelên me yên Rojava û Tevgera wê ya qehreman pîroz bike û silavê lê bike!

Jixwe lazim nake êdî mirov nifira li Receb û Bahçelî yê faşîst bike, jixwe temenê jiyana wan ya temam bûye ya jî hema hema li ber temambûnê ye!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar