Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berxwedana Rojava: Li Serêkaniyê 7 leşkerên tirk hatin kuştin

Êrîşên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker bi awayeke dijwarî êrîşî gelemperiya sînorê Rojava dikin. Hat zanîn ku li Serêkaniyê di encama bersivdayîna şervanên HSD’ê de 7 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn

Artêşa tirka dagirker û komên wê yên çete duh derdora 16.00’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin. Di çarçoveya êrîşan de hêzên dagirker ji Dêrikê heta Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanê û heta sînorê Minbicê gelek gund, navçe û navendên bajaran bombebaran û topbaran kirin. Di encama êrîşan de herî kêm 5 sivîl hatin qetilkirin û gelek sivîl jî birîndar bûn. Li hemberî van êrîşan şervanên HSD’ê jî berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Şer û pevçûnên li seranserî Rojava bi hemû dijwariya xwe didome.

Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê diwarê beton ê ku li ser sînorê bajarokê Til Helef ê Serêkaniyê rakir û dixwaze di hêla bejahî de êrîş bike. Di vê navberê de jî hêzên artêşa tirk a dagirker bênavber Serêkaniyê û gundên wê topbaran û bombebaran dike.

Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku artêşa tirk konê çalakiyê yê li bajaroka Til Helefê jî topbaran dike. Hat zanîn ku artêşa tirk û çeteyên wê hewl didin ji eniya Elûk, Til Helef û mezraya Michê derbasî Serêkaniyê bibin. Şerê li vê herêmê yê di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker de bi hemû dijwariya xwe didome. Hat zanîn ku di encama şer û pevçûnan de 7 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Hêzên dagirker di heman demê de gundên Siftek, Zormixar, Ziyaret û Aşmê yên Kobanê jî topbaran dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar