Şervanên HSD’ê hewldana ketina Serêkaniyê ya leşkerên artêşa tirk û çeteyên wê şikand û herî kêm 100 çete hatin kuştin û 9 jî jê hatin girtin
Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi hemû hêza xwe êrîşî rojavayê Kurdistanê dikin. Bi taybet jî ji bo jihev veqetandina kantonên Rojava, bi taybet jî dixwaze ku bikeve Serêkaniyê û Girê Spî. Lê hêzên dagirker rastî bersivên tund ên şervanan tên.
Li gorî agahiyên ji Serêkaniyê, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hewldana leşkerên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê ya ketina Serêkaniyê û bajarokê Til Helef ê dîrokî şikandin.
Hat zanîn ku di encama şer û pevçûnên dijwar de, heta niha zêdetirî 100 çeteyên dewleta tirk hatin kuştin û 9 çete jî hatin girtin.
Şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe didome. SERÊKANIYÊ